Ji Fahrettîn Altun bi Kurdî peyama "biratî û yekîtiyê"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parvekir û vîdeo dema ku derbasî mitînga Hekariyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dibe kişandiye û tê da dîmenên çil û çiya hene

Ji Fahrettîn Altun bi Kurdî peyama "biratî û yekîtiyê"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parvekir û vîdeo dema ku derbasî mitînga Hekariyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dibe kişandiye û tê da dîmenên çil û çiya hene.

Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Kurdî wiha got, "Me rê li ber rêxistina terorî PKK’ê girt ku dixwaze biratiya me xira bike. Ev çiya jî şahidên vê yekê ne. Em ê di bin heman asîmanê de, di bin siya heman alayê de, di nav aştî û ewlehiyê de bi hev re bijîn. Silav li yekîtî û biratiyê. Tu gelek xweşik î Hakkari."

Fahrettîn Altun dema ku vîdeoyê dikşîne bi Kurdî strana Zuleyhayê ya "merheba"yê dibêje û Altun ev vîdeo jî li ser hesabê xwe parvekir.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE