Serokê Lijneya Hilbijartinê Sadî Guven: "Welatiyên me dikarin zepta sandoqa ku tê da raya xwe avêtine ji ser malpera me bibînin. Bira welatiyên me kontrol bikin."
Guven daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê pêvajoya hilbijartinê da axivî.
Serokê Lijneya Hilbijartinê Guven destnîşan kir welatiyên dikarin zepta sandoqa ku tê da raya xwe avêtine ji ser malpera Lijneya Hilbijartinê bibînin û got ku bira welatiyên me kontrol bikin.
Guven diyar kir pergal hêsan bûye, êdî bi rehetî tê dîtin û wiha got: "Heger her kes li encamên sandoqa xwe mêze bike wê nîqaş û spekulasyon nemînin."
Wek mayîn Serokê Lijneya Hilbijartinê Guven destnîşan kir hejmara hilbijêrên hatiye tesbîtkirin li navnîşana beyan kirine rûnanin û qeyda wan hatiye sekinandin 91 hezar û 93 ye.