Ji HDP'ê zarokên xwe dixwazin

Malbata Öztürk jî Kilisê hat û ji HDPê kurê xwe Süleyman dixwaze…

Ji HDP'ê zarokên xwe dixwazin

Nobeta dayikên dilşewat a li ber serokatiya HDP'ê ya Diyarbekirê dewam dike. Di roja 518an de jî malbatek ji Kilisê hat û beşdarî çalakiyê bû. Selvî Öztürk ji HDP'ê kurê xwe Süleyman Öztürk dixwaze.

Dayikên ku dibêjin; zarokên me bi rêya HDP'ê derketine çiyê ji 3yê Îlonê û vir ve li ber avahiya Serokatiya HDP'ê çalakiya rûniştinê dikin. Malbat dibêjin zarokên me ji ber HDP'ê winda bûne.

Selvi Öztürk û neviyê wê yê 8 salî ji bo Süleyman Öztürkê ku ev 6 sal in winda ye beşdarî nobeta dayikan bûn.

Selvi Öztürkê çalakiya dayikan di televîzyonê de dîtiye û biryara tevlêbûnê daye. Niha ew jî ji HDP'ê kurê xwe dixwaze.

Selvi Öztürk wiha axivî: "Min li vir dayik dîtin û ez hatim. Ez ji bo Suleyman hatim. Beriya 6 salan çûbû. Êdî taqeta min û qeweta min nemaye, dixwazim kurê min were. Em bi hêviyekê hatin virê, înşele ew ê jî vegere û hemû ewladên van dayikan jî. Kurekî wî yê 8 salî jî heye."

Kurê Suleyman ê 8 salî jî dixwaze ev hesret bi dawî bibe û bigihêje bavê xwe.

Malbatên dilşewat dixwazin roj beriya rojekê bigihêjin zarokên xwe û ji Hdp'ê gilîdar in.

Ev 518 roj in ku li Diyarbekirê 197 malbat ji HDP'ê ewladên xwe dixwazin û çalakiya rûniştinê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE