"Ji hişmendiya 28ê Sibatê hema hema tu tiştek nema"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hişmendiya 28ê Sibatê ya digotin wê hezar sal bidome got ku ji ber wê nêrînê tiştek nema

"Ji hişmendiya 28ê Sibatê hema hema tu tiştek nema"

 Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ji hişmendiya 28ê Sibatê ku digotin wê hezar sal bidome hema hema tu tiştek nema."

Erdogan li Navenda Çandê ya Alî Emirî Efendî di Lijneya Giştî ya 57emîn ya Komeleya Îmam Xetîban ya Pêşeng da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir Îmam Xetîb li hember pêkutiyên yektîp ji bona kesên gorî nirxên gel û her kesî himbêz dikin bên perwerdekirin derketin pêş û bi ser ketin û wiha got: "Di encamê da marqeyeke îmam xetîbê derketiye holê. Yanê dema vê dibêjim bira neyê fehmkirin ku îmam xetîb cuda ne, lîseyên fenê cuda ne, lîseyên meslekê yên din cuda ne. Çawa ku yekî Lîseya Galatasarayê xilas dike wekî marqe girîngiya wê derdixe holê, yekê Kabataşê xilas dike û derdixe holê ez jî wekî xwendekarekî îmam xetîbê hewl didim vê marqeyê derxim holê."

Erdogan destnîşan kir ji hişmendiya 28ê Sibatê ku digotin wê hezar sal bidome hema hema tu tiştek nema.

Serok Erdogan diyar kir timî astengî derxistin pêşiya wan û wiha dewam kir: "Lê em ji hemûyan derbas bûn û heta roja îroyîn hatin."

Erdogan destnîşan kir zirze li deriyê îmam xetîban xistin û got ku lêbelê nikaribûn agirê di dilê gelê me da bitemirînin.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Nîsan 2019, 16:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE