"Ji kesên hewl didin vê axê perçe bikin ra milet dê bersivê bide"

Serok Erdogan: "Bay Kemal ez meraqdar nînim ku bibim serokomarê te, ez wek serokomarê miletê xwe hatim hilbijartin."

"Ji kesên hewl didin vê axê perçe bikin ra milet dê bersivê bide"

Serokê  Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê di 49emîn Civîna Mixtaran da axivî.

Erdogan Serokê Giştî yê CHPKiliçdaroglu rexne kir û got: "Bay Kemal ez meraqdar nînim ku bibim serokomarê te, ez wek serokomarê miletê xwe hatim hilbijartin. Tu nikarî xiyanetê ji sedî 52,6î bikî. Tu heta niha ji tu birînekî ra nebûyî derman û tu yê di 31ê Adarê da jî nebî. Ji ber ku îradeya 26 milyon û 330 hezar welatiyan, piştgiriya ji sedî 52,6î meşrû nabîne, wisa xuya dike ku di hişê wî da terîfeke din a demokrasiyê heye. Ji ber wê ji merivên xwe ra dibêje dakevin kolanan. Lê di şeva 15ê Tîrmehê da jî ji nav tankan derbas dibe tê xwe dispêre Şaredariya Bakirkoyê, li wir qehweya xwe vedixwe û geşedanên şeva hewldana darbeyê li wir dişopîne."

Serok Erdogan behsa girîngiya yekîtiya axê kir û wiha got: "Li ku dera welatê me dibe bira bibe, herî rojhilat herî rojava herî bakur herî başûr, kesên hewl didin ku vê axê perçe bikin bi saya serê we milet wê bersiva herî baş di 31ê adarê da bide."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE