Ji Îmamoglu daxuyaniya "encamê"

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu: "Ez dixwazim ragihînim gelê me yê li Stenbolê û Tirkiyeyê ku ji niha va ji ser daneyên ke em ketinê li holê ye ku me li Stenbolê qezenc kiriye. Pêvajo bila bi xêr be"

Ji Îmamoglu daxuyaniya "encamê"

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu got ku "Ez dixwazim ragihînim gelê me yê li Stenbolê û Tirkiyeyê ku ji niha va ji ser daneyên ke em ketinê li holê ye ku me li Stenbolê qezenc kiriye. Pêvajo bila bi xêr be."

Îmamoglu li Navenda Kordînasyonê ya Hilbijartinê ya CHPyê civîna çapemeniyê kir û ji partiyiyan xwest ku heta pêvajo bê temamkirin bila Lijneyên Hilbijartinê yên Navçeyan neterikînin.

Îmamoglu diyar kir ku dê heta dawiya pêvajoyê li wir bimînin û da zanîn hewl didin ku mafê Stenbola 16 milyonî biparêzin û ev gotin: "Xwezî me bikariya niha encamên hilbijartinê ji aliyê saziyên fermî va ragihanda dinyayê. Me daxuyaniyên Birêz Serokomar jî guhdarî kirin, daxuyaniyên kesên din jî, me di rastiyê da ji hemûyan xwest ku em hevokên qanîker bibihîzin lê ji ber ku heta niha nehatin em daxuyaniya xwe didin."

Îmamoglu qala daneyên ku dikevin pergala hilbijartinê yên CHPê kir û wiha axivî:

"Niha ji 31 hezar û 186 sandoqan dibe ku dema ez hatim vir jî dane dikevinê, ji 31 hezar û 186 sandoqan 30 hezar û 86 jê ketine pergala me, Pergala Miameleyên Agahiyê ên Navenda me ya Giştî, pergala me ya înternetê. 100 sandoqên ku li serê nehatine zêdekirin hene. Di sandoqekê da kêmzêde 300 deng hene û niha li gor hesabên me ji sedî 85 dengên derbasdar hene. Niha ferqa me ya di navbera 30 hezar û 86 sandoqên ku lê hatine zêdekirin 29 hezar û 408 e. Ango em li pêş in. Ez dengan dibêjim; 4 milyon û 966, ev di pergala me da wekî ku dengên min sitandine hatine qeydkirin. Dengên reqîbê me 4 milyon û 126 hezar û 558 e. Ez texmîn dikim ku di demek nêz da dê bi awayekî teqez daxuyaniyeke me ya din çêbe. Wekî min gotî ferqa di navberê da dora 25 hezar û 500î ye. Ji ber vê jî niha îhtimal tune ku ev ferq bê girtin. Ez dixwazim ragihînim gelê me yê li Stenbolê û Tirkiyeyê ku ji niha va ji ser daneyên ke em ketinê li holê ye ku me li Stenbolê qezenc kiriye. Pêvajo bila bi xêr be."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE