"Ji me ra wezîfe ye ku îmkanên malî û civakî yên mamosteyên sitûna sîstema me ya perwerdeyê hêzdar bikin"

"Ji me ra wezîfe ye ku îmkanên malî û civakî yên mamosteyên sitûna sîstema me ya perwerdeyê hêzdar bikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji me ra wezîfe ye ku îmkanên malî û civakî yên mamosteyên sitûna sîstema me ya perwerdeyê hêzdar bikin, ji bo wan rewşa xebatê ya bi hizûr û ewledar pêk bînin."

Erdogan ji bo 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan peyam weşand û di peyama xwe da li ser navê gel û welêt ji mamosteyên meslegê bi berpirsyarî û giran dimeşînin ra sipas kir.

Erdogan ji bo mamosteyên şehîd ketine û yên îrtihalî axîretê kirine rihmet xwest û ji bo maosteyên teqawidbûyî jî şifa, xêr û emrê dirêj xwest.

Serok Erdogan diyar kir ku mamoste bi agahiyan perwerde dikin, mezin dikin, terbiyeyê didin û cevhera xwendekaran derdixin holê, bi polîtîkayeke perwerdeya neteweyî, nifşeke baş û wekxwe dikarin bigihîjin hedefên Tirkiyeyê hêzdar û civata hêzdar.

Erdogan got bi vê nêrînê va di sala 2002yan da berpirsyariya rêveberiya welêt hildan ser xwe, ji wê rojê pê va perwerde xistina mijara xwe ya sereke, ji zêdekirina polan hetanî tayînkirina maosteyan, ji pêşxistina mifredatê hetanî bêyî bedel belavkirina pirtûkan di qada perwerdeyê da gelek reform kirin, binesaziya fizîkî ya xwendingehan pêş xistin, ji bo bêedaletiya rêjeya puanan, zihniyeta tundrew û qedexekar ji perwerdeyê derxin hewl dan.

Erdogan got wekî 18 salan îsal jî para herî mezin a budçeyê dan perwerdeyê û wiha pê da çû:

"Ji me ra wezîfe ye ku îmkanên malî û civakî yên mamosteyên sitûna sîstema me ya perwerdeyê hêzdar bikin, ji bo wan rewşa xebatê ya bi hizûr û ewledar pêk bînin. Dema îmkanên welatê me zêde bibin em ê pêşiyê piştgiriya didin mamosteyan bidomînin. Wekî mayîn wekî hemû dinyayê li welatê me jî ji ber vîrusa koronayê perwerdeyê li ser înternetê dimeşînin. Ez bawer dikim ku mamosteyên me wekî ku di perwerdeya rûbirû da wezîfeya xwe dikirin li ser înternetê jî wezîfeya xwe dikin."

Erdogan ji bo hemû mamosteyên di Kovîd-19ê da mirin rihmet xwest, ji mamosteyên dermankirina wan dewam dike ra jî şifa xwest.

Erdogan di vê roja Meytebên Gel hatin vekirin û payeya Sermamostetiyê dan Xazî Mustafa Kemal Ataturk da ji mamosteyên li nav û dervayê welêt wezîfeyê dikin ra sipas kir û roja hemû mamosteyan a 24ê Mijdarê pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE