Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê ciyê metirsiyê ye û bangewaziya bidawîkirina pevçûnan, kêmkirina aloziyê û neemilandina vegotinên provokatîf kir.
Guterres di daxuyaniya ku xwe ya ku bi rêya berdevk Stephane Dujarric kir da metirsiya ji ber pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê ku bi çekên giran hatin kirin û di encamê da kuştin çêbû, anî ziman.
Guterres ji bo herdu welatan bangewaziya bidawîkirina pevçûnan, kêmkirina aloziyê û neemilandina vegotinên provokatîf kir û her wiha ew bangewaziya xwe jî dubare kir ku dikare ji bo çareseriyeke aştiyane û mizakerekirî ya ji bo rewşa xeternak û pirsgirêka Qerebaxê ku demeke dirêj e dewam dike, alîkariyê bike.
Artêşa Ermenistanê roja yekşemê li ser sînor li herêma Tovuzê bi topxaneyan êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû, artêşa Azerbeycanê jî bersiv dabû. Li ser vê yekê ji artêşa Ermenistanê kuştî çêbûbûn û artêş vekişiyabû.
Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 4 esker hatibûn kuştin, 4 eskerî jî birîndar bûbûn.
Artêşa Azerbeycanê jî kozikên artêşa Ermenistanê, îstasyona radara eskerî, depoyên wesayîtan, tank û wesayîtên bizirx kiribûn armanc.AA