"Ji NY'yê edaletê hêvî nekin û lê negerin"

Serok Erdogan: "Ji Neteweyên Yekbûyî û ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî edaletê hêvî nekin û lê negerin. Tiştekî wisa tuneye."

"Ji NY'yê edaletê hêvî nekin û lê negerin"

Serok Erdogan: "Ji Neteweyên Yekbûyî û ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî edaletê hêvî nekin û lê negerin. Tiştekî wisa tuneye."

"Der heqê pêşeroja xwe da û di meseleyên hevbeş yên mirovahiyê da heqê xeberdanê nedane Misilmanan. Nifûsa civaka Îslamê 1,7 milyar e, lê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da endamekî daimî tuneye. Ev encama vê sosretê ye. Loma ez dibêjim dinya ji 5an mezintir e."

"Tirkiyeyê bi hemleyên di 16 salên dawîn da kirasê ku bi sedsalan e dixwazin li Tirkiyeyê û medeniyeta wê bikin çirand."

Zanîngehên ku di ciyê pewerdekirina xwendekaran da bi şalpe, rû û cil û bergan ra eleqedar dibe nikare feydeyê bi de gel û dewletê."

"Zanîngehên ku bi salane bi bûyerên xwendekaran, qedexeyan, odeyên qanîkirinê û zextên hin rêxistinan va dihatin bibîranîn êdî bûn dîrok. Bi saya gavên hatin avêtin zanîngehên me êdî bi meneya rastî bûn xwedîderfet ku xebatên zanistî û akademîk bikin."

 "Di atmosfera zanîngehan ya ku xwendekar dema xwe bi şer û pevçûnê derbas dikin kesên mîna Fuat Sezgîn û Azîz Sancar dernakevin."

 "Tirkiye êdî di qada lêkolînên zanistî da li sînoran asê nabe. Ji fezayê bigir heta qutban em di her qadê da xebatan dibin serî."

"Bi saya projeya 'Ahtapot'ê ya ku me çêkir êrîşa sîber a li hemberî baregeha fermandariya me ya hêzan hat astengkirin û li ser tetbîqateke NATOyê ya ku wê bê kirin, hat zêdekirin."

"Em çawa ku seba parastina hidûdên me hesas tevdigerin, em mecbûr in seba parastina daneyên ku welatê me çêkirine bi heman awayî hesas tevbigerin. Îro êrîşên sîber ji tehdîdên herî mezin ên ku ewlehiya dewletê û mehremiyeta şexsan îxlal dikin yek e."

"Me xeyalek bir serî û Ajansa Fezayê ava kir. Me gaveke wisa avêt ku wê welatê me di qada lêkolînên fezayê û teknolojiyê da derxe lîga superê."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE