Ji NYyê hewla diyalogê bo Kirîza li Bolîvyayê 

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya NYê hat dayîn, li Bolîvyaya ku 23 kes hatin kuştin û herî kêm 715 kes birîndar bûn, seba herdu alî bên cem hev bi bangewaziya Dêra Katolîk, Yekîtiya Ewropayê û NYê mekanîzmaya "diyaloga neteweyî ya acil" ava bû.

Ji NYyê hewla diyalogê bo Kirîza li Bolîvyayê 

 Neteweyên Yekbûyî (NY) li Bolîvyaya ku krîzeke siyasî ya mezin û tundî lê çêdibe di navbera herdu aliyan da rêya diyalogê diceribîne.

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina giştî hat kirin, lê ji ber ku mixalif îdia dikin û dibêjin di hilbijartinê da hîle hat kirin, çend roj in hilbijartinê protesto dikin û bûyerên tundî dewam dikin. Piştî ku Serokê Dewletê Evo Morales ji ber xwepêşandanên kuçeyan ên mixalefetê û zexta artêşê îstifa kir, Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hat tayînkirin. Protestoyên hilbijartinê dewam dikin û NY jî dixebite ku herdu alî bên cem hev.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya NYê hat dayîn, li Bolîvyaya ku 23 kes hatin kuştin û herî kêm 715 kes birîndar bûn, seba herdu alî bên cem hev bi bangewaziya Dêra Katolîk, Yekîtiya Ewropayê û NYê mekanîzmaya "diyaloga neteweyî ya acil" ava bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Ofîsa Bolîvyayê ya NYê ji bo ku "Li welêt sikûnet çêbe, seba îlankirina hilbijartina giştî ya şert kifş bibin û ji bo mutabaqata ser avakirina Mehkemeya Hilbijartinê ya Bilind" hikûmeta berwext, partiyên siyasî û nûnerên civakê hatin dewetkirin ku tevî mekanîzmaya diyalogê bibin.

Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn bê ka dewet hatiye qebûlkirin an na.

- Kirîza li Bolîvyayê 

Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.

Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.

Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.

Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.

Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE