Ji Pakistanê bo Tirkiyeyê piştgirî

Wezareta Karên Derva ya Pakistanê: "Xelk û hikûmeta Pakistanê wekî her carî dê li cem Tirkiyeyê be"

Ji Pakistanê bo Tirkiyeyê piştgirî

Wezareta Karên Derva ya Pakistanê, biryara astengiyan ya Amerîkayê ya dijî Tirkiyeyê rexne kir û wiha got, "Tirkiye motora aboriya kurewî ye û endamekê wê yê girîng e. Xelk û hikûmeta Pakistanê careke din piştgiriya xwe ya ji bo hewldana Tirkiyeyê ya pêşketin û aştiyê tîne ziman û wekî her carî dê li cem Tirkiyeyê be."

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin ku Pakistan li dijî wê yekê ye ku astengiyên ku li dijî welatekî bi awayekî yekalî hatine wergirtin, bên sepandin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku pirsgirêk bi diyalog û niyeta qenc tên çareserkirin û wiha hat gotin, "Heger na, gavên ku berevajiyê vê yekê bên avêtin, ne bi tenê dê aştî û îstiqrarê qels bikin, herwisa dê kêşeyan bikin rewşeke wiha ku mirov qet nikaribe ji navê derkeve."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Tirkiye ji bo aştî û îstiqrara neteweyî û herêmî welatekî girîng e û wiha hat gotin:

"Tirkiye motora aboriya kurewî ye û endamekê wê yê girîng e. Xelk û hikûmeta Pakistanê careke din piştgiriya xwe ya ji bo hewldana Tirkiyeyê ya pêşketin û aştiyê tîne ziman û wekî her carî dê li cem Tirkiyeyê be."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 13 Tebax 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE