Qesra Spî ragihand Serokê Amerîkayê Joe Bîden di çarçoveya têkiliyên Civîna NATOyê ya ku wê 14 Hezîranê bê kirin da bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike.
Jen Psakî ya Berdevka Qesra Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Serokê Amerîkayê Bîden di çarçoveya serdana xwe ya ewil a dûrîderyayê da vê mehê wê biçe Îngiltere, Belçîka û Swîsreyê.
Di daxuyaniyê da Psakî got ku Bîdenê ligel lîderên li Bruksela Belçîkayê beşdarî NATOyê bibin wê li ser gefên îhtimal e çêbibin biaxive û wiha domand: "Bîdenê li ser mijarên herêmî û yên dualî qise bike. Her wiha wê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike."
AA