Ji Qesra Spî der barê hevdîtina Trump-Erdogan da daxuyanî

Qesra Spî daxuyand Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike, lê ji bo vê demeke diyarkirî hê nehatiye kişfkirin

Ji Qesra Spî der barê hevdîtina Trump-Erdogan da daxuyanî

Qesra Spî daxuyand Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtinê bike, lê ji bo vê hevdîtinê hê demeke diyarkirî nehatiye diyarkirin.

Rayedarên Qesra Spî daxuyanî dan medyaya Amerîkayê û der barê hevdîtina Trump û Erdogan ya dibe ku di dahatûyê da çêbibe da agahî dan.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin "Serok (Trump) ji bo hevdîtina dibe ku di dahatûyê da çêbibe amade ye" û der barê dem û plana hevdîtinê da tu agahî nehat dayîn.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyandibû Serokomar Erdogan dema bi Trump ra li ser telefonê axiviye ew vexwendiye Tirkiyeyê, Trump jî gotiye ewê di sala 2019an da teqez bê Tirkiyeyê.

Herdu serok herî dawîn bi awayekî fermî di gulana 2017an da li Qesra Spî hatibûn bal hev. Lê di nav vê mehê da li Arjantinê dema herdu serok beşdarî Civîna G20an bûbûn li wir hevdîtinike 50 deqîqeyî kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE