Ji Îranê bo daxuyaniyên Pompeo bertek

"Sûcên mirovahiyê yên dijî Îran û Yemenê tên kirin da berpirsiyar Amerîka ye"

Ji Îranê bo daxuyaniyên Pompeo bertek

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bertek nişanî daxuyaniya Mike Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê da û got ku di sûcên mirovahiyê yên dijî Îran û Yemenê tên kirin da dewleta berpirsiyar Amerîka ye. 

Zerîf li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hin gotin parve kirin û wiha nivisî: "Amerîka nahêle gelê Îranê xwe bigihîne xurek û xizmetên malî û ji bo vê astengiyan derdixe. Li ser jî radibe berpirsiyariyê xwe diavêje ser stuyê Îranê. Em ê derman, xurek û melzemeyên din bigihînine gelê xwe. Di sûcên mirovahiyê yên dijî Îran û Yemenê tên kirin da dewleta berpirsiyar Amerîka ye."

Zerîf li ser geşedanên Yemenê û daxuyaniya Pompeo jî wiha got:

"Pompeo ka binêre, ez ê ji te ra tiştekî bibêjim. Ji ber xelaya li Yemenê çêdibe berpirisiyar in Yemenî ne gelo? Divê Yemeniya destûr daba ku we û hevalên we (Erebistan Siûdî) yên ku milyon pere xerc kirin û wesayîtên mekteban dan ber bombeyan da xwe neparastiban. Destûr dida be we ku we ew ji holê rakiriba. Hûn qet şerm nakin?"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo duh daxuyanî da û gotibû Erebistana Siûdî bi bihayê milyon dolaran alîkariya mirovî ji Yemenê ra şandiye. 

Nûnerê Taybet ê Îranê yê Amerîkayê Brian Hook jî gotibû di mueyîdeyên dijî Îranê de hedefan wan rejîm e û ji ber vê di sektora tenduristî, derman û xurekê da tu mueyîde nayên sepandin.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE