''Ji roja duşemê pê va em teqwîma xwe ya normalîzebûna bikontrolî dixin rewacê''

''Ji roja duşemê pê va em teqwîma xwe ya normalîzebûna bikontrolî dixin rewacê''

Serok Recep Tayyîp Erdogan anî ziman ku di warê têkoşîna Kovîd-19ê de ji roja duşemê pê va ewê teqwîma xwe ya normalîzebûna bikontrolî têxin rewacê û bidin destpêkirin.

Serok Erdogan: "(Têkoşîna Kovîd-19ê) Ji roja duşemê pê va em teqwîma xwe ya normalîzebûna bikontrolî dixin rewacê û didin destpêkirin."

Erdogan bi rêya vîdeo konferansê beşdarî bernameya eydanîkirina teşkîlatên AK Partiyê yên 81 wîlayetan bû.

Serok Erdogan ji bo têkoşîna Kovîd-19ê got "Niyeta me ew e ku heta dawiya meha gulanê em bi îhtiyat tevbigerin. Em plan dikin ku bi meha hezîranê va tevdîran zêdetir sist bikin ku jiyana rojane jî rehet bibe. Em tevdîran wisa hildidin ku zirar û ziyan negihêje kar û keda welatiyên me."

Erdogan herwiha got, "Tirkiyeya serkeftina xwe ya xizmetên tenduristiyê bi piştgiriyên civakî û aboriyê va xemiland xwe ji îklima qeyranê dûr girt."

Serok Erdogan bal kişand ser pêşhatên dawîn ên li Qudsê û êrîşên dijî Mizgefta Eqsayê û got, "Hemû dinya xwe kor bike jî em ê zilma Îsraîlê tu carî qebûl nekin. Me çawa ku duh destûr neda korîdora terorê ya xwestin li sînorê me yê Sûriyeyê ava bikin îro jî bi heman biryardariyê li dijî destên dirêjî mehremiyeta Mescida Eqsayê dibin derdikevin."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku çawa wan duh çawa piştgirî da rizgarkirina Qerebaxa Çiyayî û erdên dagirkirî yên Azerbeycanê îro jî bi heman hesasiyetê li dijî zilma li bajarên Filistînê û Qudsê diqewimin, tevdigerin.

Serok Erdogan destnîşan kir ku Îsraîla dewleta terorê tenê bi zarokên bêguneh, jinên bêçare û mezlûman dikare û wiha got, "Em ji ber zalimtiyên Îsraîlê xemgîn û bi hêrs in. Di vê mijarê da helwesta Tirkiyeyê diyar û li gor rêgezan e. Derketina li dijî êrîşkariya Îsraîlê ya li bajarên Filistînê û Qudsê deynê histûyê tevahiyê mirovahiyê ye."

Erdogan herwiha anî ziman ku li dijî êrîşên Îsraîlê ji kîjan bawerî, netew û meşrebê dibe bira bibe em bangî hemû dewlet û saziyan dikin ku demildest tevbigerin û wiha pê de çû:

"Dewleta terorê ya radibe Qudsa bajarê ku mekanên pîroz ên Misliman, Xiristiyan û Cihuyan lê ne talan dike êdî ji hemû hed û hidûdan derketiye. Kesên ku li hemberî xwînrijandin û bêrêziya Îsraîlê bê deng man an jî eşkere bûn piştgir û şirîk, bira zanibin ku rojekê dorê were wan jî. Teşkîlata Hevkariya Îslamî heke demildest helwesteke çalak û berbiçav nîşan nede ew ê hebûna xwe înkar bike."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku li ser Konseya Ewlehiyê ya NYê şert e ku di Lijneya Giştî da li gor biryarên hatine hildan tevbigere û demildest gavên ku wê li Qudsê aştî û hizûrê peyda bike, biavêje û got, "Wekî Tirkiyeyê em amade ne ku di her hewlên li bin banê NYyê werin dayîn da piştgiriya çalak bidin û fedakariyê bikin. Heke em li Filistînê û bi taybetî li Qudsê êrîşkariya Îsraîlê demildest nedin sekinandin, sibê her kes wê xwe weke hedefa vê hişmendiya wehşî bibîne." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE