Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku ji bo sivîlên li Marîupol û Volnovahayê werin texliyekirin li gor saeta Moskovayê ji saeta 10.00î pê va ew ê agirbesta berwext pêk bîne.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku ji bo texliyekirina sivîlên li Marîupol û Volnovahayê korîdora însanî hat vekirin.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji bo agirbestê bi aliyê Ukraynayê ra li hev kirin û wiha hat gotin: "Ji bo sivîlên li Marîupol û Volnovahayê werin texliyekirin li gor saeta Moskovayê ji saeta 10.00î pê va agirbesta berwext ê were pêkanîn."
Vadim Boyçenkoyê Şaredarê Marîupola artêşa Rûsyayê dorpêç kiriye duh di daxuyaniya xwe da gotibû gelê bajêr 5 roj e di bin bombebaranê da ye, ji bo texliyeyê dibê korîdora ewlehiyê were vekirin.
AA