Ji Rûsyayê daxuyaniya li ser "hevdîtina formata piralî"

Rûsya di mijara Sûriyeyê da dinirxîne ku "hevdîtina formata piralî" ya bi Tirkiye û Îranê ra bike.

Ji Rûsyayê daxuyaniya li ser "hevdîtina formata piralî"

Dmitriy Peskovê Berdevkê Kremlînê got difikirin ku di mijara Sûriyeyê da civîneke ku serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê tê da werin ba hev li dar bixin.

Peskov pirsên dibêjin gelo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ew ê di 5ê adarê da werin ba hev an na bersivand.

Peskov got, "Nika em nikarin qala hevdîtina rûbirû ya Erdogan û Putîn bikin û bêjin ku ew ê werin ba hev. Lêbelê em li ser hevdîtina formateke piralî (Rûsya, Tirkiye, Îran) dixebitin."

Peskov bal kişand ku li ser formata Fransa û Almanya beşdar bibin naxebitin li ser formata ku Îran beşdar bibe difikirin, ji bo vê formatê jî li ser teqwîma hevdîtinên serokan dixebitin.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE