Ji ser berxwedana dîrokî re 6 sal derbas bûn

Gelê Tirk li hember hewla derbeyê ya FETOyê ku di şeva 15ê Tîrmehê de kir, berxwedaneke dîrokî nîşan da

Ji ser berxwedana dîrokî re 6 sal derbas bûn

Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ku roja ava bûye ve ji bo "xwe vedize nav damarên dewletê" her rêyî ji xwe re mubah didît, dema bêhiqûqiyên wê ên di bin kirasê "cemaet"ê de deşîfre bûn, şeva 15ê Tîrmehê hewl da derbeyê bike.

AK Partiyê 1ê Mijdara 2015an di hilbijartinan de ji sedî 49 deng sitend û dîsan çû îqtîdarê lê ev yek bû sedema ku FETO têkeve mitaleyan.

Lewra hikûmet cardin bi tena serê xwe bû îqtidar û rêxistinê dizanibû ku wê bi biryarên Şêwra Eskerî ya Bilind (YAŞ) eskerên FETOcî werin tesfiyekirin. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê biryar da ku general jî tê da eskerên mensûbên rêxistinê werin binçavkirin, rêxistin tengav bû.

Digel Hakan Fîdanê Misteşarê MÎTê gazî wezîfedarên payebilind kirin ku îfadeyê bidin, lêpirsînên 17/25ê Berfanbarê dan destpêkirin û TIRên MÎTê dan sekinandin. FETOyê xwest ku bi van kûmpasan bi hikûmetê paşda gav bide avêtin, lê fêm kir ku wê nikaribe bi vî rengî ser bikeve, wekî çareya dawîn biryar da ku derbeyê bike.

- Talîmata xiyanetê ji serkirdeyê wan hat

Fetullah Gulenê serkirdeyê rêxistinê di 19ê adara 2016an da bi cubeyê xwe yê xakî va derbasî pêşiya kamerayê bû û wiha axivî, "Çawa ku xeberdan hate ser, ez li ser navê umûmê diaxivim. Ez li ser navê şêniyên Kapadokyayê, ser navê serkarên wê derê diaxivim."

Girseya ku Gulen wekî "Şêniyên Kapadokyayê" qalê kir, eskerên mensûbên rêxistinê yên ku wê hewildana derbeyê bikirana bûn.

Piştî vê telîmata serkirde, melayên mehrem ên payebilind Adil Oksuz, Kemal Batmaz, Nurettîn Oruç, Hakan Çîçek û Harun Bînîş ku wê bi eskerên mensûbê rêxistinê ra li Baregeha Akinciyê rêvebiriya derbeyê bikirana, di çarçoveya amadehiya derbeyê da dest bi seyahetên derveyî welêt kirin.

4 roj beriya hewildana derbeyê Oksuz û Batmaz cara dawîn bi heman balafirê çûn Amerîkayê û plana derbeyê bi Gulen da pesendkirin.

- Civînê îxanetê yên li Enqereyê

Piştî bangewaziya Gulen li çar aliyê Tirkiyeyê eskerên mensûbên rêxistinê û melayên mehrem ên ku berpirsiyarê wan bûn, dest bi civînên derbeyê kirin.

Bi serokatiya Adil Oksuz di 6-7-8-9ê Tîrmeha 2016an da li Konutkenta Enqereyê civîn hatin kirin û li ser amadehiyên dawîn sekinîn. Endamên qaşo konseya sulha welêt jî beşdarî van civînan bûn.

Hemû hûrgiliyên planê hatin kifşkirin û pîlotên ku wê şeva hewildana derbeyê li ser Enqereyê nizim bifirin û bomebeyan bavêjin jî piştî telîmata ku ji melayên mehrem hildan, pêvajoya amadehiya derbeyê da destpêkirin.

Rojek beriya hewildanê pîlotên ku li Enqereyê bombe barandin, li mala Mehmet Fatîh Çavurê serdar û kûrmayê berê civiyan û Çavur ji wan ra wiha got, "Ez dizanim ku hûn ji cimaetê ne. Heta roja îro hûn seba van yekan hatin perwerdekirin. Hûnê bergîdana keda ku me da we, bidin. Ez heta niha li benda rojên mîna şer bûm."

Bi heman awayî pîlotên firokeyan jî civînên xwe kirin.

Derbekar hîn bûn ku derbe wê di saet 03.00î da dest pê bike û di nav xwe da karbeşî kirin.

Qasî 3 roj beriya hewldana îxanetê eskerên endamên rêxistinê ne li Ambarliya nêzîkî Sîteya Pîşesaziyê ya Şaşmazê bi îmamên mehrem ra civînek kirin.

Şeva darbeyê esker bi kontrola îmamên mehrem bi navên xwe yên rastîn cara ewil bi hevdu hatin nasandin.

Îmaman gotin darbe wê êvara 15ê Tîrmehê çêbibe û divê her kes wezîfeya xwe bike.

- Amadehiyên li Stenbolê

Cihekî din ya ku amadehiyên darbeyê lê hat kirin jî bajarê Stenbolê bû ku 99 kes li wir hatin şehîdkirin.

Civîna ewil li Fermandariya Tugaya Bizirx ya 2yemîn a Maltepeyê di 12-13-14ê Tîrmeha 2016an da çêbû.

Albayê kurmay yê berê Muzaffer Duzenlî, Fermandarê Tugayê Bizirx yê 2yemîn ê berê Ozkan Aydogdu, Tuggeneral Serokê Tevgera Artêşa 1emîn ê berê Eyyup Gurler, albayên kurmay ên berê Mehmet Kapan, Uzay Şahîn, Omer Faruk Ozkose, Sadik Cebecî, Rifki Keser û Onur Ozden, yarbayên kurmay ên berê Engîn Durmaz, Îrfan Arat, Fatîh Karakaya û Şakir Çinar, bînbaşiyên kurmay ên berê Mehmet Murat Çelebîoglu û Murat Yanik û serefserê berê Mehmet Karabekir jî di civînê da amade bûn.

Mursel Çikrikçiyê fermandarê Lîseya Eskerî ya Kuleliyê yê bêrê tenê beşdarî civîna 12ê Tîrmehê bû.

Duzenli û Aydogdu li ser nexşerêya Stenbolê behsa rê û saziyên girîng ên di 15ê Tîrmehê da bên dagirkirin kirin û wezîfe belav kirin.

Li gor vê herêma Lîseya Eskerî ya Kuleliyê ya li binê pireyê ji hêla Fermandariya Tugaya Bizirx ya 2yemîn va, Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji hêlaTevgera Taybet a Uskudarê va, Navenda Giştî ya Turk Telekomê, TEM û ji yek rêya E-5 ya li Samandirayê ji hêla Fermandariya Alaya Bimotor û ya din jî ji hêla Fermandariya Mekteba Piyadeyê va wê bihata Kontrolkirin.

Duzenlî, Murat Yanik, Onur Ozden, Mehmet Murat Çelebîoglu û Uzay Şahîn jî wê tîma îrtibat kordînasyonê bi rê va bibirana.

Ji bilî van deran ji bo dagirkirin û birêvabirina gelek cihên din jî wezîfe hatin belavkirin.

Rojek beriya darbeyê li Fermandariya Tugaya Piyadeyê ya Mekanîze ya 66emîn civînek hat kirin.

Ji bilî Yanik, Çelebîoglu û Şahîn, Tuggneral Naîl Yîgîtê Fermandarê Tugayê yê berê, Yusuf Sariyê albayê kurmay ê berê yê Alîkarê Fermandar, Osman Akkayayê yarbayê kurmay yê berê, Ahmet Baykalê bînbaşiyê kurmayê berê, Ozkan Ozgençê serefserê kurmya yê berê, Kadîr Yildizê yarbayê kurmay yê berê û Fatîh Sonmezê bînbaşiyê kurmay yê berê jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê da behsa kesên ku wê li aliyê Ewropayê bêne binçavkirin û wê çawa bên girtin, hat kirin.

Di civîna dawîn a li Stenbolê di 14ê Tîrmehê da di saet 21.00î da li Mekteba Herbê ya Esmanî dest pê kir.

Fethî Alpay, Murat Yanik, Uzay Şahîn, Mehmet Murat Çelebîoglu, Muzaffer Duzenli, Eyup Gurler, Muslum Kaya, Nebî Gaznelî, Sadik Cebecî, Onur Ozden, Gokhan Şahîn Sonmezateş, Ahmet Gumuş, Rifki Keser, Zafer Ozleblebîcî, Ahmet Zekî Gerehan beşdar, civînê bûn ku ji kamerayan ew hatin tesbîtkirin.

Alpay, Sonmezateş û Duzenlî kordînatoriya civînê kirin û her wiha amadekariyên dawîn ên hewldana îxanetê û karbeşî hatin kirin.

Sonmezateşê ku serekê wê tîmê bû ku hewl da li dijî Serokomar Erdogan sûîqesdê pêk bîne, digel vê, desteserkirina generalên ku dê beşdarî daweta li Kuluba Behrê ya Modayê bibin jî organîze kir.

- Amadekariyên derbeyê yên li Anadoluyê

FETOyê digel Enqere û Stenbolê li Edîrne, Denîzlî, Isparta û Îzmirê jî amadekariyên derbeyê kirin.

Fermandarê berê yê Tûxaya Mekanîze ya 54em tûxgeneral Hidayet Ari ku qaşo di lîsteya tayînê da wekî fermandarê rêveberiya awarte ya Edîrneyê hatibû tayînkirin, rojek berî îxanetê li Babaeskiya navçeya Kirklareliyê digel albayê firarî Uzay Şahîn û bînbaşi Mehmet Murat Çelebioglu li avahiya fermî ya fermandariya tûxayê hat cem hev.

Ari dû ra vegeriya Edîrneyê û karbeşiya ku ji bo êvara 15ê Tîrmehê hatibû kirin digel Fermandarê berê yê Tûxaya Piyadeyan a Mekanîze ya 55em tûxgeneral Bekir Koçak parve kir û got ku ew ê saet 03.00yan dest bi liv û tevgerê bikin.

Fermandarê berê yê Tûxaya Komandoyan a 11em tûxgeneral Kamil Ozhan Ozbakir ku qaşo wekî "fermandarê rêveberiya awarte" ya Denîzliyê hatibû tayînkirin jî di çarçoveya amadekariyên hewldana derbeyê da roleke çalak wergirtibû.

Ozbakir 12ê Tîrmeha 2016an êvarê li biryargehê digel eskerên derbekar civîn kir û di civînê da têlefonên mobîl danîn ciyekî dûrî xwe û digel yên ku pê ra hevdîtin kir, diyar kir ku dê derbe were kirin û li vê derê karbeşî jî pêk anî. Rojek şûnda plaqeya sivîl bi wesayîta xwe ya fermî va kir û pê, Alîkartiya Fermandariya Sokeya Aydinê ziyaret kir û dû ra derbasî Îzmirê bû. Herwiha digel tîma xwe şeva hewldana derbeyê xebatên xwe yên cûntayê dan destpêkirin.

Bi heman awayî li Isparta û Îzmirê jî FETOyiyan amadekariyên xwe yên ji bo hewldana derbeyê kuta kirin û li benda şeva hewldana derbeyê man.

FETOya ku amadekariyên xwe bi vî awayî temam kirin, şeva 15ê Tîrmehê dest bi hewldana derbeyê kirin. Hewldana ku bi firîna firokeyên şer a ji nizim va dest pê kir, bi berxwedana gel a cansîperane va têk çû û berxwedana gel bi ser ket.

- Rê li derketina tankan hat birîn

Li gor planê derbekeran nêzî 50 wesayîtên bizirx ên tijî cebilxane ku malê Fermandariya Tûmen û Perwerdehiyê ya Yekîneyên Bizirx a Etîmesgutê bûn wê li deverên girîng ên Enqereyê bihatina bicîkirin.

Derbekeran dixwest çavê miletê bitirsînin û bajêr hildin bin kontrola xwe.

Bi destpêka hewla derbeyê va tuxgeneralê berê Ahmet Bîcan Kirker dest danî ser birêvebirina baregehê û telîmat da lê komek esker guh nedan emrê fermandarê derbeker sîgorteyên tankan jê derxistin û mifteyên wan veşartin.

Eskerên dijî derbeyê Kirkerê derbekar qefaltin û teslîmî polêsan kirin.

Bi saya xîreta komek eskerên dijî derbeyê bûn rê li derketina tankan hat girtin û derbekarên li benda alîkariyê bûn jî yek bi yek hatin qefaltin.

- 500 eskerên qomando wê sewqî Enqereyê bikirina

Derbekar li hemberî geşedanên li ser hev pêk hatin xwestin ji Lîvaya Qomandoya 11mîn a li Denizliyê ye 500 eskerên qomando bînin Enqereyê.

Bi saya birîna ceyrana Balafirgeha Çardakê, bicîkirina makîneyên kar ên li qada balafir lê datînin û liberxwedana gel eskerên qomando ji Denizliyê ber bi Enqereyê nehatin û ew plan jî badilhewa bû.

Derbekarên dixwestin di şeva hewla derbeyê da bi hezar deq û dolabî Enqereyê hildin bin kontrola xwe bi ser neketin û mirazê wan di çavê wan da ma.

Ji sivîl, polês û eskerên ku wê şeva tarî ji bo ku Tirkiye dîsa rojên ronak bibîne, 150 jê li Enqereyê, 99 jê li Stenbolê û 2 jê jî li Muglayê ber bi şehadetê meşiyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE