Ji ser derbeya 12ê Îlonê 39 sal derbas bûn

Ji ser derbeya 12ê îlona 1980yêî 39 sal derbas bûn. heyama dijwar a derbeyê bi darvekirin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan kete dîrokê.

Ji ser derbeya 12ê îlona 1980yêî 39 sal derbas bûn. heyama dijwar a derbeyê bi darvekirin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan kete dîrokê.

Beriya 39 salan bû.

Şeveqa 12ê Îlonê gelê Tirkiyeyê bi van gotinan ji xewê rabû.

Sererkan Orgeneral Kenan Evren daxuyanî xwend û dest danî ser rêveberiya welêt.

Ji îdaman heya îşkence û îxlalên mafên mirovan gelek bûyerên nexweş qewimîn.

Navê wê yê kod “Herekata Alayê” bû. Derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ya sala 1980yê wekî deqeke reş ket nav rûpelên dîrokê.

Di pêvajoyê de demokrasî hat rawestandin, 650 hezar kes hatin binçavkirin.

230 hezar kes hatin darizandin.

30 hezar kes ji karê xwe, 14 hezar kes jî ji welatîbûna xwe bûn.

Rêveberiya derbeyê biryarên îdamê yên wisa dan ku bi salan nehatin jibîrkirin.

Di wê heyamê de ji bo 517 kesan biryara darvekirinê hatibû dayîn. Gotin yek ji rastgiran yek ji çepgiran û 50 kes darve kirin.

Kenan Evren gotibû “ma em darvenekin û xwedî bikin?” ev gotin di hiş û mêjiyan de ma.

Meclisê bê hukim kirin û makezagon ji holê rabû.

Partiyên siyasî hatin girtin.

Ji bo Süleyman Demirel, Bülent Ecevit, Alparslan Türkeş û Necmettin Erbakan biryara qedexeya siyasetê hat dayîn.

Di sala 2010an de ji bo derbeya 12ê îlonê cara ewil gav hat avêtin.

Bi reforma makezagonê ji bo derbekar bên darizandin rê hat vekirin.

Ji çar aliyên welêt welatî gilîdar bûn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di 7ê Nîsana 2011an de cara ewil lêpîrsîn da destpêkirin.

Di 4ê Nîsana 2012an de doza derbeyê hat dîtin.

Doz ji 2 salan zêde dewam kir.

2 endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Kenan Evren û Tahsîn Şahinkaya ji ber imrên xwe û nexweşiyên xwe bi vîdeokonferansê beşdarî dozê bûn.

Ji sûcên betalkirina makezagon û meclisê bi cizayê girankirî yê heta hetayê hatin cizakirin.

Dema temyîza dozê dewam dikir, Kenan Evrenê 98 salî di 10ê Gulana 2015an de, Tahsin Şahinkayayê 90 salî jî di 9ê Tîrmeha 2015an de mir.

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE