"Ji şerê di navbera partiyê da AK Partiyê berpirsyar nîşandayîn bêrûtî ye, bêşermî ye, bêariya siyasî ye"

"Ji şerê di navbera partiyê da AK Partiyê berpirsyar nîşandayîn bêrûtî ye, bêşermî ye, bêariya siyasî ye"

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi zindî beşdarî kongreyên bajêr ên Edene, Antalya, Bursa û Muglayê yên AK Partiyê bû.

Erdogan behsa AK Partiyê û têkiliyên di navbera partiyê da kir û wiha axivî: "Li hemberî yekitî û hevrabûna me ewqas êrîş çêbûn, lê gelê me dîsa jî dahatûyê di AK Partî û Îtifaqa Cumhur da dibîne. Kesên ku ji bo hebûna xwe ya li qada siyasetê deyndarê dek û dolabên nav partiyê ne, piştevaniya me, muhebbeta me hezim nakin. Ji şerê di navbera partiyê da AK Partiyê berpirsyar nîşandayîn bêrûtî ye, bêşermî ye, bêariya siyasî ye."

- "Me milyonek û 300 hezar endamên nû kişandin partiya xwe"

Serok Erdogan got her şiqas şewba vîrusa koronayê hebe jî gelek kesên nû bûne endamên AK Partiyê û wiha dewam kir: "Li hemberî şert û mercên şewbê dîsa jî di sala dawîn da me milyonek û 300 hezar endamên nû kişandin partiya xwe. Ji nîvê zêdetir van endamên me yên nû ji ciwanên me yên ku temenê wan di navbera 18-35an da ye pêk tê."

- "Em li hemberî her fikrê rêzdar in, tenê bila negîhîje teror, bêexlaqî, jirêderketin û tundiyê"

Erdogan behsa CHPyê kir, rexneyên xwe anî ziman û wiha got: "Ji bûyerên geziyê pê va li ku derê provokasyonek hebe, CHPyî timî li wê derê di sefên ewil da cih girtin. Em li hemberî her fikrê rêzdar in, tenê bila negîhîje teror, bêexlaqî, jirêderketin û tundiyê. Pirsgirêka me ji bo demokrasiya me ye, ji bo siyaseta Tirkan e. Li ser navê siyaseta me em bi mûmê va jî bigerin nikarin reqîbekî wiha bibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE