Ji ser erdheja Elazığê ra 3 roj derbas bûn

Piştî erdheja navenda wê Sivriceya navçeya Elazığê ya ku lerza wê 6,8 bû li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin.

Ji ser erdheja Elazığê ra 3 roj derbas bûn

Piştî erdheja navenda wê Sivriceya navçeya Elazığê ya ku lerza wê 6,8 bû li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin.

Erdheja lerza wê 6,8 bû roja înê di saet 20.55an da çêbû û ji ser erdhejê ra 65 saet derbas bûn.

Di erdhejê da 2 kes ji ber qeyrana dil mirin, li Elazığê 35 kes, li Doğanyola navçeya Meletiyê 4 kes, tevahî 41 kes mirin.

Piştî xebatên lêgerîn û xilaskirinê 45 kes ji binê kavilan sax hatin xelaskirin.

Tîmên AFAD û UMKEyê di serî da tîmên lêgerîn û xilaskirinê li taxa Sursuruyê ya navendê di avahiyê ku hilweşiyabû da xebatan didomînin.

Kuçikên hatine perwerdekirin di xebatan da têne bikaranîn.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Ji bo malên ku xesara wan giran e û wê werin hilşandin 30 hezar lire, wek perê kirê yê acil jî 11 hezar lire, bi tevahî 41 hezar lire alîkarî wê were dayîn"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser 6,8 pile erdheja ku li Sîvrîceya navçeya Elazığê çêbû wiha got: "Ji îro pê va him li Meletiyê him jî li Elazığê saziyên qamûyê dest bi xebatê kir."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul li Walîtiya Elazığê civîna çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir, li Elazığê heta niha 45 qadên starbûnê hatin kifşkirin, li van deran pêdiviya xwarin û îaşeyê peyda dibe û wiha dewam kir:

"Li Holpenka Jêrîn a ser navenda Elazığê çêkirina navenda sitarbûnê ya berwext ku 1000 konteyneran pêk tê, dest pê kir."

Soylu alîkariyên neqdî yên ku wê li erdhejzedeyan werin belakirin eşkere kir û wiha got:

"Ji bo malên ku xesara wan giran e û wê werin hilşandin 30 hezar lire, wek perê kirê yê acil jî 11 hezar lire, bi tevahî 41 hezar lire alîkarî wê were dayîn. Ji bo malên xisareke normal lê çêbûne emê 5 hezar lire alîkariya acil bikin û 27 hezar lire krediya bêfaîz ya dema wê dirêj e bidin. Ji bo malên ku li gundan xerab bûn jî em ê 16 hezar lire piştgiriyê bidin."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî li ser jimara kesên ku di erdhejê da birîndar bûn û di nexweşxaneyan da hatine razandin agahî da û wiha got: "86 birîndarên me yên ku li nexweşxaneyan razandî ne an jî li beşa nexweşên giran da ne hene."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum jî mizgîniya çêkirina avahiyên nû da û wiha got: "Em ê li Elazığê dest bi çêkirina 2 hezar avahiyên nû bikin. Xebatên kifşkirina qad û zemînê ji îro pê va dest pê kir."

Wezîrê Edaletê Gul jî ragihand ku ji dema erdhejê pê va ji aliyê TCKyê va mijarên ku dikevin çarçoveya sûcan lêpirsîna wan bi baldarî didome.

Gul li ser rewşa tenduristiya mehkûm û girtiyan a piştî erdhejê agahî da û wiha got: "Rewşa tenduristiyê ya hemû girtî û mehkûmên di girtîgrhan da baş e, tiştek li wan nehatiye.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE