Ji ser Qirkirina Helepçeyê ra 31 sal derbas bû

Li ser telîmata Sedam Huseynê serokê rejima Beasê, Elî Hesen Mecîdê pismamê wî yê bi navê "Eliyê Kîmyewî" tê zanîn di 16ê adara 1988an da bi bombeyên xerdel û sarînê êrîşî Helebçeya li nêzî sînorê Îranê kir.

Ji ser Qirkirina Helepçeyê ra 31 sal derbas bû

Di 16ê Adara 1988an da bi destê Sedam Huseynê serokê jitextdaxistî yê Iraqê êrîşa kîmyewî birin ser Helebçeya bajarê Iraqê. Ji ser bûyerê ra 31 sal derbas bûye ligel vê drama mirovahiyê ya ku wê rojê qewimî ji bîra tu kesî dernakeve.

Li ser telîmata Sedam Huseynê serokê rejima Beasê, Elî Hesen Mecîdê pismamê wî yê bi navê "Eliyê Kîmyewî" tê zanîn di 16ê adara 1988an da bi bombeyên xerdel û sarînê êrîşî Helebçeya li nêzî sînorê Îranê kir.

Şebeqê di saet li der û dora 10.50yî da êrîşî navenda Helebçeyê û dora wê kirin û di nav bajêr da bîna sêvan belav bû. Xebera 5 hezar kesên li Helebçeyê ji tiştekî tunebû, li pêşiya malên xwe an jî dema direvîn di wesayîtan da di ser hev da ketin û mirin, 7 hezar kes jî birîndar bûn.

Kesên ku man jî ji tirsa êrîşeke din bi wesayîtan û peyatî ber bi sînorê Îranê revîn. Gelek zarokên wê çaxê malbatên xwe winda kirin yan dan êtîmxaneyên Îranê yan jî winda bûn. 74 malbatên mexdûrê êrîşê ji bo ku 179 zarokên wan ên winda bibûn werin dîtin serî li meqamên Îran û Iraqê xistin lêbelê encamek bi dest nexistin.

Sedam îdia kir ku xebera wî ji êrîşê tune

Iraq di sala 1980yî da bi Îranê ra ketibû şer, şer 8 salan dewam kir. Iraqê di heman demê da li dijî pêşmergeyên PDK û YNKyê yên mixalif jî şer dikir

YNKyiyên li nêzî xeta sînor a Îranê bi cî bibûn di adara 1988an da bi piştgiriya Îranê va Helebçe hildan kontrola xwe. Sedam pê hesiya ku hêzên Îranê bi pêşmergeyan ra Helebçe hildane kontrola xwe û li ser vê telîmata êrîşê da.

Rêveberiya Bexdayê ji bo hêzên Îranê û pêşmergeyan ji Helebçeyê derxe bi bombeyên kîmyewî êrîşî bajêr kir.

Amerîkayê di sala 2003yan da Iraq dagir kir, Sedam hat girtin. Di dema darizandinê da Sedam îdia kir ku xebara wî ji êrîşa kîmyewî tunebû û ji medyayê hîn bû.

 "Piştî Helebçeyê li Sûriyeyê jî xwe ker kirin"

Ekrem Ehmedê li Helebçeyê piştî êrîşê li rexê kamyoneta ku li ser wê cesed tijî bûn rûniştibû û wêneyê wî hatibû kişandin îro li muzeya ji bo mexdûrên kîmyewiyê hatiye avakirin dixebite.

Ehmedê ku got dema hemû malbata wî hat kuştin 10 salî bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bersivên wiha da: "Roja êrîşê mîna her roj ji bo firavînê em çûn mala apê min lê ew roj me ne firavîn xwar û ne jî em vegerîn mala xwe. Di êrîşê da ewilî derî û paceyên xaniyan şikestin û paşê bêhna sêvê hat pozê me. Me bi potikekî şil dev û rûyê xwe pêça. Dema ez derketim derva her alî tijî cesed bûn. Li pişt kamyonetê hemû neferên mala min hebûn. Tevlî pismamên xwe em bi wê derketin rê lê zêde neçûn. Lewra ne çavên min baş didîtin û ne jî bi rihetî min dikaribû bêhnê bidim û bistînim. Dotira rojê ji Îranê ekîbeke tenduristiyê alîkariya me kir û em derbasî alî Îranê bûn. Li Îranê dema tedawiya me dewam dikir ez pê hesiyam ku diya min, bavê min û sê xwîşk û birayên min wefat kirine. Ji malbatê bi tenê ez mam."

Ehmedê ku niha emrê wî ji 40î derbas bûye diyar kir ku piştî malbata wî hat qetilkirin ew ji hêla kalê xwe va hat mezinkirin û wiha pê da çû: "Zarokekî 10 salî bifikirin ku dema bav dimire dê li pişt e, dê bimire xwîşk û birayên wî li cem in lê ya min tu kes nema. Ez ji hemû malbata xwe bûm. Ev êşeke çiqas giran e ez baş zanim."

179 zarokên ji Helepçeyê hê jî winda ne

Serokê Komeleya Mexdûrên Kîmyabaranê Loqman Evdilqadir destnîşan kir tevlî qirkirin û birîndarbûnê di wê demê da gelek kesên winda bûn jî hene. Di berdewamiya axaftina xwe da Evdilqadir got ku 370 zarokên ji malbata wan tu kes nemabû li alî Îranê dan sêwîxaneyan û 47 zarok jî ji hêla malbatên Îranê va wekî ewlad hatin hildan.

Serokê Komeleya Mexdûrên Kîmyabaranê Evdilqadir ragihand ku 74 malbatên ji Helepçeyê serî li dadgehan dane û dixwazin 179 zarokên wê demê winda bûne bên dîtin.

Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê di Adara sala 2014an da biryar da û Helepçeya berê navçeya Silêmaniyeyê bû, wekî parêzgeh îlan kir.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE