Ji Serok Erdogan der heqê Kiliçdaroglu da doza tezmînatê ya bi milyonek lireyî

Ji Serok Erdogan der heqê Kiliçdaroglu da doza tezmînatê ya bi milyonek lireyî

Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da ji ber daxuyaniyên wî yên di komcivîna partiya xwe da û her wiha ji ber parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, doza tezmînatê ya bi milyonek lireyî vekir.

Doz ji hêla parêzerê Erdogan, Huseyîn Aydin li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Enqereyê hat vekirin. Aydin di daxwaznameya dozê da diyar kir ku Kiliçdaroglu di 24ê Gulana 2022yan da di axaftina xwe ya di komcivîna partiya xwe da û her wiha di vîdeoya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da der heqê Serokomar Erdogan da derew û buxtan kirin.

Di daxwaznameyê da ji dadgehê hat xwestin ku milyonek lire tezmînata menewî ji Kiliçdaroglu were sitandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE