Ji Serok Erdogan dîplomasiya Filistînê

Ji Serok Erdogan dîplomasiya Filistînê

 Türkiye ji bo li dijî êrîşên Îsraîlê piştgiriyê bide Filistînê seba Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û hemû saziyên navneteweyî tevbigerîne hewlên xwe didomîne. Serok Recep Tayyîp Erdogan hetanî niha ji Filistînê hetanî Rûsyayê, ji Qeterê hetanî Pakistanê, ji Kuweytê hetanî Cezayirê bi serokên ji 20î zêdetir dewletî ra bi têlefonê axivî.

Serok Erdogan gazî serokên pê ra axivî kir ku bi hev ra li dijî tundî û êrîşa Îsraîl dibe ser Mescida Eqsayê, Quds, Xeze û Mislimanên ji Filistînê tev bigerin.

Serok Erdogan di vê çarçoveyê da bi Mehmûd Ebasê Serokê Filistînê û Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê ra axivî.

Serok Erdogan ji 8ê gulanê pê va Bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê, Şêx Temîm bîn Hemad Al Saniyê Mîrê Qeterê, Ebdilehê 2yan ê Qralê Urdinê, Şêx Newaf Ehmed Cabîr Sebahê Mîrê Kuweytê, Ebdilah Riyadudîn Al Mistefa Bîlah Şahê Qralê Malezyayê, Joko Wîdodoyê Serokkomarê Endonezyayê, Ebdilmecîd Tebunê Serokkomarê Cezayirê, Şevket Mîrziyoyevê Serokkomarê Uzbekistanê, Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê, Ersîn Tatarê Serokkomarê Komara Qibrisa Bakur a Tirkan, Sadir Caparovê Serokkomarê Qirxizistanê, Eşref Xeniyê Serokkomarê Efxanistanê, Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Buxariyê Serokkomarê Nîjeryayê, Ebdilhemîd Dibeybeyê Serokwezîrê Lîbyayê, Heysem bîn Tariqê Siltanê Umanê û Mahatîr Mihemedê Serokweîzrê Malezyayê yê berê ra axivî û êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê nirxand.

- Peyamên Serok Erdogan da

Serok Erdogan di axaftinan da êrîşên Îsraîlê wekî "terorê" nirxand, zilma tînin ser Mislimanên ji Filistînê jî şermezar kir.

Erdogan diyar kir ku ji bo dagirkerî û êrîşkariya Îsraîlê bidin sekinandin seba di serî da alema Îslamê û hemû dinyayê tevbigerînin gelekî hewl didin. Serok Erdogan got ku Türkiye her tim piştgirê doza Filistînê ye ew ê her tim li cem xuşk û birayên xwe yên ji Filistînî be û parastina îzeta Qudsê bidomîne.

Erdogan bal kişand ku mixatabê erîşên Îsraîla hiqûqnenas bi rastî hemû Misliman in, ji bo demildest van êrîşan bidin sekinandin ya girîng ew e ku civata navneteweyî bertekeke saxlem bide êrîş û êrîşkaran, li dijî pêkanînên dereqanûnî gavan biavêje û bi hev ra bixebite.

Serok Erdogan ji bo kirîz zêde mezin nebe bal kişand girîngiya midaxiliya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û got ji bo parastina gelê Filistînê dibê fikra şandina hêza navneteweyî binirxînin.

Wekî mayîn li gor telîmata Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokatiya Karûbarên Diyanetê bi beşdariya Wezîrê Karûbarên Diyanetê, Serok û Sermifetişan bi rojeva "Mescida Eqsayê û Qudsê" "Civîna Qudsê ya Acil" li dar xist.

Di civînê da ji bo parastina miqedesatên Qudsê û sekinandina zilma li ser Mislimanên ji Filistînê helwesteke hevpar hat nîşandan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE