Ji Serok Erdogan hişyariya bo '120 saetî'

Serok Erdogan li Kayseriyê di merassîma vekirina komî de bangî gel kir...

Ji Serok Erdogan hişyariya bo  '120 saetî'

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kayseriyê di Merasima Vekirinên Komî da axivî.

Erdogan di xeberdana xwe da got ku ev gelê Tirk nas nakin, lê wê nas bikin, yan wê nas bikin yan jî wê dersa xwe hildin û nas bikin.

Serokomar Erdogan diyar kir di rewşeke wiha da hêviya wan ew e hemû kesên ku helwesta wan ya dijî terorê ji dil be bira alîkariya wan bikin û wiha got: "Mixabin di 9 rojên dawîn da dijî welatê me her cure kirêtî hat nîşandan. Ji ber ku maskeyên wan ketin me dît ku kî çi ye."

Erdogan der barê mutabaqata bi Amerîkayê ra got ku heger nebe wexta 120 saet biqede em ê ji ciyê ku mane dest pê bikin û serê terorîstan bipelçiqînin.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiyeyê ji serê ser da dev ji şertên ku daniye bernedaye û got ku heger sozên ku dane welatê me bi cî neyên mîna berê emê nesekinin û wexta dem qediya em ê herekatê bidomînin.

Erdogan destnîşan kir li qismekî herêma herekata dikin hêzên rejimê yên di parastina Rûsyayê da hene û wiha got: "Ez ê bi Putîn ra li ser meseleyê biaxivim. Divê am çareyekê bibînin."

Serokomar Erdogan der barê hêzên rejimê yên li herêma herekatê da got ku heman tişt ji bo wir jî derbas dibe, heger nebe em ê planên xwe bimeşînin.AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE