Ji Serok Erdogan li ser McKinseyê daxuyanî

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Kurê dowîzê bi carekî zêde bû mimkun nîne ku meriv vê bi tenê sedemên aboriyê îzah bike. Bi vê gotinê em ji berpirsyariyan narevin. Ya ku em dikin tesbîta rewşê ye."

Ji Serok Erdogan li ser McKinseyê daxuyanî

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Kurê dowîzê bi carekî zêde bû mimkun nîne ku meriv vê bi tenê sedemên aboriyê îzah bike. Bi vê gotinê em ji berpirsyariyan narevin. Ya ku em dikin tesbîta rewşê ye."

Serok Erdogan di Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê ya 27emîn a ku li Kizilcahamam Elîz Hotêlê hat kirin da axivî.

Di axaftina xwe da Erdogan silav da hemû beşdarvanan û bal kişand ser rewşa aboriyê û got: "Kurê dowîzê bi carekî zêde bû mimkun nîne ku meriv vê bi tenê sedemên aboriyê îzah bike. Bi vê gotinê em ji berpirsyariyan narevin. Ya ku em dikin tesbîta rewşê ye. Divê em vê rastiyê tu carê ji bîr nekin. Her qeyran di heman demê da bi xwe ra gelek fersendan jî tîne. Ez bawer dikim ku sektora me ya taybet xwedî wê maharetê ye ku krîzê vegerîne firsendê. Daxuyaniyên ku aliyên wekî çavkaniya krîzê didin bi eşkeretî nîşan didin ku bi sedem û saîqan vê zêde dikin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku ew gelê Tirkiyeyê bi destê kesên bêînsaf û berjewendîperestan ra bernadin û wiha pê da çû: "Tirkiye ji deynê xwe ra sadiq e, bira bi tenê vê venegerînin deynê cirmê. Wê gavê em ê kum û kolozan li hev biguherînin. Me wekî rêveberiya dewletê ji bo ku ji heqê vê qeyranê bên der di nav şert û mercên asayî da hemû guherînên bi tesîr û reformên mezin ên bo sepandina wan wext lazim bûn di nav demeke kurt da kirin rewacê û dikin jî. Hetanî di vî canî da rih hebe tu kes nikare Tirkiyeyê têxe bin destê saziyên navneteweyî."

Erdogan ragihand ku Tirkiye ji bo bigihîje hedefên xwe wê bi reçete, çaraserî û barnameyên xwemalî va kar û barên xwe bibe serî û wiha pê da çû: "Tu kes nikare Tirkiyeya ku me rakiriye ser piyan carekê dîsa bide çokvedan. Deriyê me helbet ji bo hemû veberhênanê, ji her piştgiriyê û ji her tevkariyê ra vekiriye. Lê bila bi tenê ji bo berdêldayîna me hewl nedin û çav nekutin serdestî û pêşeroja me."

Serok Erdogan der barê têkoşîna li dijî terorê da jî got: "Bi înza Xwedê em carekî bimrin hezar carî radibin. 8 şehîdên me hene? Bira terorîst bizanibin ku ew ê bi 800 kesî berdela vê bidin. Di wan qul û bexşa da emê bikevin şikeftê wan û koka wan biqelînin. Li Qendîlê jî li Şengalê jî emê qira wan bînin. Ew ê hertim birevin û emê bidin pey wan. Wê tu carî qeweta wan negihêjê ku hizûr û aramiya vî gelê hanê ji holê rakin."

 "Êdî em westiyan ku îftirayên wî li rûyê wî bixin"

Erdogan di Civîna Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê ya 27emîn da daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu bi bîr xist û got: "Li Tirkiyeyê manîpulasyona li ser aboriyê heye, tevgereke manîpulatîf heye. Hewl didin bi vê fatureyê bibirin, tu jî di nav aktorê fatureyê da cî digirî. Mixalefeta sereke ji bo tengasiyên li welêt tu dibê bi benzînê diçe ser agir û gelo em ê ji merivê li serê mixalefeta sereke ra bêjin çi? Êdî em westiyan ku îftirayên wî li rûyê wî bixin, me ewqasî qalê kir ku kaxizên di destê wî da belge nînin, êdî em westiyan.

Li Tirkiyeyê çiqas terorîst, çiqas provakator, çiqas kesên biqisur hebin vî zatê hanê di axaftinên komê da hemûyan dike taca seran, pesnê wan dide û piştgiriyê dide wan. Jixwe li Tirkiyeyê krîz tune. Pêşiyê here aboriyê hîn bibe."

 "Dema qala Filistînê bê kirin AK Partî tê bîra mirov"

Serok Erdogan li ser hewl û xebatên Tirkiyeyê ku di qada navneteweyî da ji bo Filistîn û gelê Filistînê dide sekinî û got: "Gava Filistîn tê gotin AK Partî tê aqil û gava Xeze tê gotin dîsa AK Partî tê aqilê merivan."

 "Em ji bo pere neçûn ber derê kesî û naçin jî"

Serok Erdogan destnîşan kir wextê ew diçin welatekî ji bo veberhênana li Tirkiyeyê gazî karsazan dikin ku bila bên bi dilrihetî li Tirkiyeyê veberhênaniyê bikin û wiha domand: "Em neçûn ber derê kesî û pere ji wan nexwest û naxwazin jî. Li dinyayê ji dewletên rêjeya dahata neteweyî û deynê wan herî kêm yek jî Tirkiye ye û şikur di vê meseleyê da pirsgirêka dewleta me tune."

Serokê Tirkiyeyê Erdogan welatên hevkarên stratejîk ên ku kesên li Tirkiyeyê ceza li wan hatiye birîn û divê bên darizandin dihewînin rexne kir û got: "Dema hevkarên me yên stratejîk ji me xwestin çiqas terorîst hebûn me teslîmî wan kirin. Mixabin em kesên li dewleta me îxanet kirin, rabûn hewla derbeyê ji wan dixwazin ew me gelî gelî li avê digerînin. Ev cara paşîn dema ez çûm Almanyayê qaşo rojnamegerî ku 5 sal û 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn û ji xwe ra fersendek dîtibû û reviyabû wir, li wê derê jî rihet nesekinî. Li wê derê jî kesên lê xwedî derkevin qaşo siyasetmedar peyda kir. Dema ku xeber ji me ra hat me jî got 'Heke tevlî me ew jî li wê derê cih bigire wê demê em civîneke hevpar nakin. Hûnê jî bi wî ra civînekê bikin û em ê jî civîneke çapemeniyê ya ku ew tê da cih nagire bikin.' Bi vî awayî me ji wan ra xeber şand. Hûn cî didin qaşo rojnamegerekî ku 5 sal û 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn û niha li vî welatî ye, ev hereketeke dijî hevkariya me ya bi stratejîk e û lê jî nayê."

Di axaftina xwe da Serok Erdogan ragihand ku hedîseyên di demên dawiyê da çêbûn nirxand û destnîşan kir ku ew dibe pişek tesîreke neyînî li ser Tirkiyeyê kiribe û wiha pê da çû: "Hedîseyên dawiyê çêbûn belkî parek li ser Tirkiyeyê tesîr kiribe lê nikare vî welatî hilweşîne. Çimkî Tirkiyeya îro ne Tirkiyeya di sala 1994an e, ne jî ya sala 2001ê ye. Ji meha borî pê va îxracata me salane ji 165 milyar dolarî derbas bû. Dema em hatin ser wezîfeyê ev 36 milyar dolar bû. Ew ê hê jî zêde bibe.

 "Ji hêla şêwirmendiya fikrî va jî hûnê ji McKinseyê îstifade nekin"

Li ser nîqaşên der heqê McKinseyê da jî Serok Erdogan got: "Min ji hemû hevalên xwe yên wezîr ra got 'Ji hêla şêwirmendiya fikrî va jî hûnê ji vana îstifade nekin' Min ji wan ra got ku em têra xwe dikin."

"Îtifaqa Cumhur îtifaqeke ji rêzê ya hilbijartinê nîne û di nav dilan da wê dewam bike"

Serok Erdogan li ser Îtifaqa Cumhur a ku di navbera AK Partî û MHPyê da ji bo hilbijartina giştî hatibû kirin jî got: "Ew kesên Îtifaqa Cumhur wek îtifaqeke ji rêzê ya hilbijartinê dibînin jî di nav şaşiyekê da ne. Îtifaqa Cumhur navê piştevaniya wan kesan e ku xwedî nêrîna neteweyî û xwemalî ne û ji bo pirsgirêkên welêt hewl didin. Me tu carê wekî îtifaqa ji bo sandoqê li vê îtifaqê mêze nekir. Îro jî em bi wî çavî lê nanihêrin. Li cihên ku emê namzedên xwe nîşan bidin jî qet nebe li cihên mimkun e ji bo domandina vê îtifaqê emê li rêyan bigerin. Ez wisa bawer dikim ku Îtifaqa Cumhur heke di lîsteyên hilbijartina îdareyên mehelî da cih negire jî wê di nav dilan da dewam bike.

 "Em axa vî welatî teslimî wan kesên ku îxanetê dikin nakin"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku hedefa wan a ewil ewe ku axa vî welatî teslimî wan kesên îxanetê dikin nekin û wiha pê da çû: "Em axa vî welatî teslimî wan kesên ku îxanetê dikin nakin. Ewên xwedî fikra 'Heta ku Enver dikeve Edîrneyê bila Bulxar bikevin wê derê' CHPya îro nûnerê muxalefetê ye û hevkarê wê jî HDP ye."

Serok Erdogan ji bo çal û qanalên ku YPG/PKKya rêxistina terorê li derdor û navenda navçeya Minbicê vekirine jî got: "Li derdora Minbicê qanalan vedikin. Kî? YPG/PYD. Xwedî heman qerekterê ne û cibiliyeta wan yek e."

Dîroka nûkirinê: 06 Cotmeh 2018, 15:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE