Ji Serok Erdogan mizgînî

Serok Erdogan: "Krediyên perwerdeyê ji meha Rêbendanê pê va wê ji bona lîsansa bilind hezar û 100 lire û ji bona doktorayê jî hezar û 650 lire be."

Ji Serok Erdogan mizgînî

 Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Krediyên perwerdeyê ji meha Rêbendanê pê va wê ji bona lîsansa bilind hezar û 100 lire û ji bona doktorayê jî hezar û 650 lire be."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir krediyên perwerdeyê ji meha Rêbendanê pê va wê ji bona lîsansa bilind hezar û 100 lire û ji bona doktorayê jî hezar û 650 lire be û wiha got: "Ji Rêbendana 2020an pê va krediya perwerdeyê ya xwendekaran yan jî bursa wan ji sedî 10 zêde dibe û ji 500 lireyî derdikeve 550 lireyî."

Erdogan der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got ku em rasterast ketin şikeftên terorîstan û me cewaba kesên dixwestin bi wesîleya rêxistinên terorê Tirkiyeyê dorpêç bikin da.

Serok Erdogan destnîşan kir dizanin ku di nav sînorên herêma ewle da hê terorîst hene û got ku ev der bi temamî ji terorîstan nehatiye paqijkirin.

Erdogan diyar kir mixabin Amerîka bi YPG/PYDyê ra li gor xwe derdikeve dewriyeyê û wiha got: "Lê divê ev vekişiyana. Her çiqas biryar hatibe dayîn ku vekişin jî em ê dewriyeya li herêmê ku niha Amerîka bi rêxistinên terorê ra dike çawa îzah bikin? Ev di mutabaqata me da tunene."

Serok Erdogan di berdewamiyê da got ku FETOyê serterorîst proje ye û wek proje jî li Amerîkayê li ser eraziyekî 400 donimî dijî.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE