Ji Serok Erdogan parvekirina ketina şepeyê û qezaya balafirê

Piştî erdheja Elazığê û li Îdlibê şehîdkirina eskerên me, van bûyeran êş û jana me zêdetir kiriye"

Ji Serok Erdogan parvekirina ketina şepeyê û qezaya balafirê

 Serok Recep Tayyîp Erdogan der heqê li Vanê ketina şepeyê û qezaya balafirê ya li Balafirgeha Sabîha Gokçenê da wiha got "Piştî erdheja Elazığê û li Îdlibê şehîdkirina eskerên me, van bûyeran êş û jana me zêdetir kiriye. Xwedê rehma xwe li welatiyên me, eskerên me yên şehîd bûne, mensûbên me yên îtfaiyeyê, gundparêzên me yên ku di van hedîseyan da mirine, bike. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."

Serok Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku ew bi ketina şepeyê û qezaya balafirê ya li Balafirgeha Sabîha Gokçenê pir xemgîn bû.

Erdogan destnîşan kir ku piştî erdheja Elazığê û li Îdlibê şehîdkirina eskerên Türkiyeyê, van bûyeran êş û jan zêdetir kir û wiha dewam kir:

"Xwedê rehma xwe li welatiyên me, eskerên me yên şehîd bûne, mensûbên me yên îtfaiyeyê, gundparêzên me yên ku di van hedîseyan da mirine, bike. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne.

Komara Türkiyeyê li hember felaket, qeza û êrîşên menfûr ên ku li dû hev tên, timî bûye yek dil, yek kulm; hêza xwe, ezma xwe û metaneta xwe çendîn caran nîşanî hemû dinyayê daye. Înşeallah wê vê heyamê jî bi piştevaniya dewlet û milet derbas bike. Em ê ji bo felaketan amadehiyên xwe zêdetir bikin, birînên xwe demildest bipêçin, weke her wextî em ê welatiyên xwe yên ku di binê tesîra afat û qezayan da mane, malbatên xwe yên şehîdan, xaziyên xwe hembêz bikin û piştgiriyê bidin wan. Înşeallah em ê ji van heyamên dijwar derkevin û xurttir bibin. Tenê em bibin yek, li ser xwe bin û hemû bi hev ra bibin TURKIYE... Bi destûra Xwedê tu astengî wê li pêşiya me nemînin. Weke her demê di vê pêvajoyê da jî em bi hemû sazî û sazûmaniyên xwe va ligel miletê xwe ne."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE