Serok Erdogan ji bo "1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê peyam weşand.
Serok karkerên ku ji bo pêşketina Tirkiyeyê ked dane û xwêdana xwe rêtine 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniya wan pîroz kir û wiha got, "Li gor bawerî û çanda me qîmeta kedê mustesna ye. Me bi vê hesasiyetê timî hewl da ku mafên karkeran her tim werin parastin. Me destûr neda ku ev maf werin îstismarkirin. Bi baweriya ku civak hemû bi hev ra pêş dikeve, me ji bo zêdekirina maf û hiqûqa birayên me yên karker her tim xîret kir.
Wekî heta roja îro ji vir û şûnda jî karkerên me di serî da em ê ligel hemû welatiyên xwe bin, bi wesîleya 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê ez spasiya birayên me yên karker dikim ku di avakirina Tirkiyeya mezin û xurt da her tim ligel me bûn."
AA