Ji Serok Erdogan peyama 28ê Sibatê

Serok Erdogan: "Di dema 28ê Sibatê da ez Şaredarê Şaredariya Mezin a İstanbulê bûm. Ji ber helbesteke ku min xwend bi awayekî dijî hiqûqê min avêtin hepsê û xwestin ku jiyana min a siyasetê dawî bibe."

Ji Serok Erdogan peyama 28ê Sibatê

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ber 24emîn salvegera "darbeya postmodern" a 28ê Sibatê peyamek weşand.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Di dema 28ê Sibatê da ez Şaredarê Şaredariya Mezin a İstanbulê bûm. Ji ber helbesteke ku min xwend bi awayekî dijî hiqûqê min avêtin hepsê û xwestin ku jiyana min a siyasetê dawî bibe. Ez niha wek Serokkomarê Türkiyeyê yê ewil yê ku ji hêla rayên gel va hatiye hilbijartin wezîfeyê dikim. Li hemberî hemû astengkirinan bi şan û şerefê va ez xizmeta gelê xwe yê ezîz dikim. Darbe sûcekî mirovahiyê ye. Ez 28ê Sibatê jiyam, ez 28ê Sibatê dizanim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE