Ji Serok Erdogan peyama 30yê Tebaxê

Serok Erdogan got ku "Bi serkeftina 30yê Tebaxê cardin ji bo hemû dinyayê hat îlankirin ku ev axa wwelatê me yê ezelî û ebedî ye."

Ji Serok Erdogan peyama 30yê Tebaxê

Serok Recep Tayyyîp Erdogan got ku "Bi serkeftina 30yê Tebaxê cardin ji bo hemû dinyayê hat îlankirin ku ev axa wwelatê me yê ezelî û ebedî ye. Ev serkeftin îlana ji xweliya wê vejîna gelekî dihat xwestin ku di dîrokê da binax bikin, derketina şahê, ji nû va derketina dîrokê ye."

Erdogan di peyama xwe ya ku ji ber Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê weşand da destnîşan kir ku wek gel û bi birayên xwe yên li Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) va gihaştin 98emîn salvegera Serkeftina Mezin û di nav kelecana vê yekê da ne.

Erdogan Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê ya welatiyên li Tirkiyeyê û li çar aliyên dinyayê ji dil û can pîroz dike û wiha axivî:

"Têkoşîna rizgariyê ya ku di sala 1919an da bi serkêşiya Xazî Mustafa Kemal Ataturk hat destpêkirin bi Muharebeya Meydanê ya Serkomandariyê ra gihaşt serkeftineke teqez û mayînde. Bi serkeftina 30yê Tebaxê cardin ji bo hemû dinyayê hat îlankirin ku ev axa wwelatê me yê ezelî û ebedî ye. Ev serkeftin îlana ji xweliya wê vejîna gelekî dihat xwestin ku di dîrokê da binax bikin, derketina şahê, ji nû va derketina dîrokê ye."

- "Divê gumana tu kesî ji baweriya me ya zexim tunebe"

Serok Erdogan diyar kir ku têkoşîna îstiqlal û îstiqbalê ya Tirkiyeyê îro jî dewam dike û ev gotin:

"Helbet tesaduf nîne ku yên hewl didin welatê me ji Rojhilatê Behra Spî biavêjin û sedsal berî niha hewl dan ku welatê me dagir bikin heman mustevlî ne. Gelê me çawa ku digel tunebûn û bêderfetiyê têkoşîna rizgariyê gihand serkeftinê îro jî dê tu carî dudil nebe ku hewes û hemleyên Sevrê yên li Welatê Şîn vala derxîne. Divê gumana tu kesî ji îradeya me ya di vê mijarê da û ji baweriya me ya zexim tunebe. Ez bi van fikran damezrînerê komara me û Serkomandarê Tearûza Mezin Xazî Mustafa Kemal Ataturk û hevalên wî yên çekê bi minet bi bîr tînim. Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên me yên ku hezar sal e ji bo parastina welêt jiyana xwe feda kirine bike, ez ji bo xaziyên me jiyaneke bi tendurist û aram dixwazim. Cejna we ya Serkeftinê ya 30yê Tebaxê pîroz be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE