Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Me destûr neda, xweşbîniya ku hemû ferdên 82 milyonan di nava aştiyê da dide jiyandin, bi destê komên nijadperest, cudaxwaz û tundrev were jehrîkirin. Em ê ji îro şûnda jî vê hesasiyeta xwe biparêzin."
Erdogan di peyama ku bi minasebeta Cejna Hanukayê weşand da cejna hemû welatiyên Mûsewî jidil pîroz kir û diyar kir ku wekî endamekî şaristaniya ku cudahiyan, wekî dewlemendî dibîne û herwiha cudahiyê naxe navbera tu dîn, ziman û nijadan, ew girîngiyê didin wê yekê ku hemû welatî di baweriya xwe da azad bin.
Erdogan bal kişand ku wan bi vê helwest û nêrînê va di 17 salên derbasbûyî da di warên cuda yên jiyanê da reform pêk anîn û astengên li pêşiya azadiya dîn û wijdanê yek bi yek rakirin û wiha dewam kir:
"Me tu wextî misade nekir ku tu kes ji ber bawerî, cilûberg û şikl û şemalê xwe were cudakirin. Me destûr neda, xweşbîniya ku hemû ferdên 82 milyonan di nava aştiyê da dide jiyandin, bi destê komên nijadperest, cudaxwaz û tundrev were jehrîkirin. Em ê ji îro şûnda jî vê hesasiyeta xwe biparêzin. Em ê bi desthevgirtineke ku dê ji bo hemû dinyayê bibe nimûne va Tirkiyeyê mezin bikin. Ez bi van hest û ramanan va Cejna Hanukayê ya hemû Mûsewiyan pîroz dikim û ji wan ra xweşiyê dixwazim."
AA