Ji Serok Erdogan peyama Eyda Remezanê

Ji Serok Erdogan peyama Eyda Remezanê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Eyda Remezanê ya welatiyan pîroz kir û wiha got, "Ji kîjan nîjadê ne, li ser kîjan bawerî û meşrebî dibin bira bibin, ez ji 85 milyon miletê me dixwazim ku vê eydê têxin wekî mihrîcaneke biratiyê û ji hev hez bikin."

Serokomar Erdogan ji bo Eyda Remezanê vîdeoyek weşand û tê da Eyda Remezanê ya welatiyan bi gotinên, "Ez hêvî dikim ku eyd ji bo welatê me, miletê me, alema Îslamê û hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî, hizûr û aramiyê."

Erdogan diyar kir, hemd ji Xwedê ra ku milet di tenduristî û afiyetê da gîhand Eyda Remezanê û destnîşan kir ku di eydan da yekîtî û bihevrabûn xurt dibe, eyd rojên wisa ku biratiya ji ezelê tê û wê heta ebedê here, nû dike. Di van rojên taybet da kesên ji hev xeyîdîne ji bo wan firsenda lihevhatinê ye.

Erdogan wiha got, "Ji kîjan nîjadê ne, li ser kîjan bawerî û meşrebî dibin bira bibin, ez ji 85 milyon miletê me dixwazim ku vê eydê têxin wekî mihrîcaneke biratiyê û ji hev hez bikin.

Dem em ji bo vê yekê serkeftî bûn, me dostanî û biratiya navbera xwe xurt kir, bi destûra Xwedê em ê hemû tengasiyan derbas bikin. Xwedê ji bo hurmeta van rojên bimbarek pêşiya welatê me û miletê me veke û asoya me fireh bike. Hareketa Pencik-Kilîtê di serî da ez spasiya hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman dikim ku di eydê da seba beqaya welatê me, hizûr û aramiya miletê me li nav sînorê me û derveyî sînorê me wezîfeyê dikin. Digel welatiyên me, ez eyda welatiyên me yên ku li derveyî welêt dijîn, ya hemnîjadên me û hemû alema Îslamê pîroz dikim. Eyda we bimbarek be, bimînin di xêr û xweşiyê da."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE