Ji Serok Erdogan peyama Newrozê

Ji Serok Erdogan peyama Newrozê

Serok Recep Tayyîp Erdogan daxuyand bi hêvî û kelecana ku Newroz hêşîn dike va ew ê him ji bo Türkiye û him jî ji bo hemû mirovahiyê ji bo ku dahatûyeke bêtir rehet, adil û ewle ava bikin, bi jin, mêr, ciwan, kal û pîran va mil bidin hev û bixebitin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Erdogan ji ber Roja Newrozê a Dinyayê peyamek weşand.

Serok Erdogan Roja Newrozê ya mizginiya biharê û sembola aştî û biratiyê ye pîroz kir.

Erdogan di peyama xwe da got Newroz bi salane ji Asyaya Navîn bigire heta Balkanan li ser erdnigariyeke fireh tê pîrozkirin û wiha dewam kir: "Bi hêvî û kelecana ku Newroz hêşîn dike va em ê him ji bo welatê me, him ji bo herêma me û him jî ji bo hemû mirovahiyê ji bo ku dahatûyeke bêtir rehet, adil û ewle ava bikin, bi jin, mêr, ciwan, kal û pîran va mil bidin hev û bixebitin. Ez hêvî dikim Newroz ji gelê meyê ezîz û hemû mirovahiyê ra saxî û silametî, bereket û mizginiyan bîne û ez hemû welatiyên me bi dil û can silav dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE