Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez ji bo Paskalyayê ku ji cejnên herî girîng ên welatiyên me yên Xirîstiyan ên mensûbên dêr û komên cuda ne, wan bi dil û can pîroz dikim."
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, Erdogan ji bo cejna Paskalyayê peyam weşand.
Erdogan di peyama xwe da wiha got:
"Ev çanda jiyanê ya bi hev ra ya ku li ser vê axa Anadoluyê heye, wek rabirdûyê îro jî aştî û biratiya me pêk tîne û di heman demê da wê bibe hêza me ya herî girîng a ku me bigîhîne dahatiya bironî. Dîn û cimaetên cuda bi esran e ku li vê erdnîgariyê di nav aştiyê da bi hev ra dijîn. Ji bo ku her welatiyekî me bi serbestî li gor baweriya xwe bijî em xebatan dimeşînin û ez hêvî dikim ku xebatên me ji bo hemû dinyayê bibe mînak."
Erdogan di peyama xwe da spasiya welatiyên Xiristiyan ên ku piştgirî dan Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî jî kir.