Ji Serok Erdogan peyama "Roja Dayikan"

Serok Erdogan: "Dayikên me yên ku ji bo me hemûyan hêlîna dilovaniyê û sitareke ewle ne ji bo me yê bawer dike ku 'Bihûşt di bin pêyê dayikan da ye' taca serî ne."

Ji Serok Erdogan peyama "Roja Dayikan"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Dayikên me yên ku ji bo me hemûyan hêlîna dilovaniyê û sitareke ewle ne ji bo me yê bawer dike ku 'Bihûşt di bin pêyê dayikan da ye' taca serî ne."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serok Erdogan ji bo Roja Dayikan a 10ê Gulanê peyamek weşand. 

Erdogan di peyama xwe da got ku "Ez Roja Dayikan a dayikên me yên ku ji bo perwerdekirina nifşên bê da berpirsyariya herî mezin hildidin ser xwe, sembola fedakarî û hezkirina bêsînor, sitargeha me ya herî biqîmet û mamosteyên me yên ewil in pîroz dikim" û ev gotin: 

"Dayikên me yên ku ji bo me hemûyan hêlîna dilovaniyê û sitareke ewle ne ji bo me yê bawer dike ku 'Bihûşt di bin pêyê dayikan da ye' taca serî ne. Dayikên me yên ku em tu carî nikarin heqê wan bidin ji bo têşegirtina fikr, şexsiyet û hestên zarok û ciwanên me yên ku em dahatûya xwe emanetê wan dikin roleke bingehîn hildidin ser xwe bi hestên hezkirina bêberdel, sebir û fedakariyê ji bo civakê mînak in.

Em ji bo ku hewcehî û hêviyên dayikên me yên ku ji bo ewladên xwe li hember her cure dijwariyê li ber xwe didin, bi xweşbîniya xwe ya bêbinî rêya me ronî dikin bên pêkanîn, ew şad û aram bibin, şert û mercê jiyana wan bên başkirin dê xebatên xwe bidomînin. Ez Roja Dayikan a dayikên me yên ku mîmarên herî girîng ên îstiqbal, yekîtî û bihevrabûna me ne, her dem siyaneta herî mezin heq dikin pîroz dikim û dibêjim ku Xwedê rehma xwe li hemû dayikên me yên ku çûne ber rehma Xwedê bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE