Ji Serok Erdogan peyama Roja Dayikan

Ji Serok Erdogan peyama Roja Dayikan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi minasebeta Roja Dayikan peyamek weşand.

Erdogan di peyama xwe da got, "Ez Roja Dayikan a dayikên me pîroz dikim ku sembola xesletên pîroz ên wekî hezkirin, ked, fedakarî û merhemetê ne."

Serokomar Erdogan peyama xwe wiha domand:

"Em endamên şaristaniyekê ne ku dibêje 'cinet di bin lingên dayikan da ye'. Dayik ji bo me stareke muşfiq e. Divê em tu wextî wê yekê ji bîr nekin ku di têkoşîna jiyana rojane da kana hêzê ya me ya herî girîng, diayên xêrê yên dayikan in. Lewma jî divê meriv hurmet û hezkirina ku layîq in nîşanî wan bide. Ez Roja Dayikan a dayikên me pîroz dikim ku emrê xwe weqfî malbatên xwe dikin û her wiha ez hemû dayikên me yên ku rehmet kirine jî bi rehmet û mihebet bi bîr tînim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE