Ji Serok Erdogan peyama Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Tîrmehê

Ji Serok Erdogan peyama Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Tîrmehê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ne tenê li dijî xayinên FETOyî herwekî me li dijî rêxistinên din ên terorê kir, me bersiva xwe bi pêşdeçûnê, ne bi paşekişiyê, da wan hêzên ku ew bi ser me de şandin."

Serokomar Erdogan di peyama xwe de ya ku bi boneya Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Temûzê belav kir de bibîr xist ku îro 6emîn salyada hewla darbeyê ya 15ê Temûzê ye ku yek ji namerdtirîn êrîşa li dijî jiyana millet û dewletê hatiye lidarxistin.

Erdogan ji bo 252 şehîdên ku ji bo îstiqlal û îstiqbalê, di pênawa berxwedana li hember endamên FETOya çeteya xiyanetê canê xwe ji dest dan, ji Xwedê rehmet xwest.

Serokomar Erdogan wiha got, "Şeva 15ê Temûzê me canê xwe xist nava lepê xwe û em li Komara xwe li demokrasiya xwe û li hemî destkeftiyên xwe xwedî derketin. Tirkiye ti caran dê nebe esîr."

Erdogan bal kişand ser giringiya Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Temûzê û got, "Ji bo me giringiya sereke ya 15ê Temûzê ew e ku bû sembola berxwedana navdar a berteka gelê me ya li dijî darbeyên ku bi dirêjayiya dîrokî rûbirû diman. Bûyerên bi vî rengî weke nîşaneya serdemeke nû di dîroka gelan de cihe xwe digire. Em jî bi ser ketin ku 15ê Temûzê bikin lûtkeya sêgoşeyê."

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku 15ê Temûzê ji bo dîroka Tirkiyeyê mîhengek e û wiha pê de çû:

"Êdî dîroka Tirkiyeyê dê ji aliyê îspatkirina ruşda demokrasiyê û hêza îradeya millî ve dê weke beriya 15ê Temûzê û piştî wê, weke 2 serdeman were xwendin. Ne tenê li dijî xayinên FETOyî herwekî me li dijî rêxistinên din ên terorê kir, me bersiva xwe bi pêşdeçûnê, ne bi paşekişiyê, da wan hêzên ku ew bi ser me de şandin."

- "Enflasyon pirsfirêka teveka cîhanê ye, ne ya me tenê ye"

Serokomar Erdogan bal kişand ser wê yekê ku xefikên li hember perçiqandina aboriya Tirkiyeyê, yeko berteref kirine û nehiştine ku ew xefik wan ji armancên wan dûr bixin û got, "Ji bo ku qeyranên kurewî û herêmî li ser navê welêt bikin firsendek, em bi hemî hêza xwe dixebitin. Helbet em xwediyê wê hêzê ne ku van dijwariyên di warê aboriyê de derbas bikin.  Tirkiyeya ku bi wesayetê îstiqameta wê nehat guhertin, bi darbeyê nequlibî û bi terorê nehat tirsandin, emê ti carê nehêlin ku bi aboriyê teslîm bê sitendin. Înşallah emê berî hemî welatan ji vê turbulansê derkevin, emê va badireya ku weke berdewama 15ê Temûzê dibînin, li paş xwe bihêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE