Ji Serok Erdogan peyama Roja Ewropayê

Ji Serok Erdogan peyama Roja Ewropayê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "YE di salên dawîn da ji nirxên avabûna xwe ji dûr ketiye û di bin tesîra polîtîkayên demkurt ên welatên endam da maye ku bi Şerê Ukraynayê va êdî wext hatiye ku ji xwe ra çîrokeke nû binîvîse. Îro ev trajediya li navenda Ewropayê li ber çavê dinyayê çêdibe ji bo YEyê hişyariyek e."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ji ber 9ê Gulanê Roja Ewropayê Serokomar Erdogan peyamek weşand. 

Serokomar Erdogan di peyama xwe da bi bîr xist ku bi îlankirina Deklerasyona Schumanê ya ku bingeha fikra Yekîtiya Ewropayê ava dike va ev roj wek "Roja Ewropayê" tê pîrozkirin ku statuya endamtiya Tirkiyeyê ya bo Yekîtiya Ewropayê  jî di sala 1999an da hat tescîlkirin.

Erdogan anî ziman fikrên Deklerasyona Schumanê ew e ku piştî şerekî dinyayê serobin kir li Ewropayê welêt dijminatî û cudahiiyan bidin aliyekî û ji bo aştî, ewlehî, pêşketin û refahê bên bal hev û wiha dewam kir: "YE ji rabirdûyê heta niha bi polîtikayên hevpar va asta projeya aştiyê derbastir bûye. YE di salên dawîn da ji nirxên avabûna xwe ji dûr ketiye û di bin tesîra polîtîkayên demkurt ên welatên endam da maye ku bi Şerê Ukraynayê va êdî wext hatiye ku ji xwe ra çîrokeke nû binîvîse. Îro ev trajediya li navenda Ewropayê li ber çavê dinyayê çêdibe ji bo YEyê hişyariyek e. Niha hewcedarî bi hevkarî û hevrabûneke wek heyama temelên Ewropayê hatin avêtin û herî girîng jî bi nêrîneke wêrek û vîzyoner heye."


Serokomar Erdogan anî ziman Tirkiye ne tenê wek welatekî endam û şirîkê NATOyê, wek şirîkekî xwedî muktesebata YEyê ya xurt jî dikare alîkariyê bike û ew 9ê Gulanê Roja Ewropayê pîroz dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE