Ji Serok Erdogan peyama serê salê

Serok Erdogan: "Projeyên dixwestin li Behra Sipî Tirkiyeyê bi temamî li derva bihêlin bi hewldanên me yên dawîn bi temamî bêencam man."

Ji Serok Erdogan peyama serê salê

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Projeyên dixwestin li Behra Sipî Tirkiyeyê bi temamî li derva bihêlin bi hewldanên me yên dawîn bi temamî bêencam man."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomar Erdogan ji bona sala nû peyaM weşand.

Erdogan di peyama xwe ya dîtbarî da hemû welatiyan silav kir û got ku sala 2020an ji bona welat, gel û dostanên me û hemû însanan bibe wesîleya xêrê.

Serok Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir projeyên dixwestin li Behra Sipî Tirkiyeyê bi temamî li derva bihêlin bi hewldanên wan yên dawîn bi temamî bêencam mane.

Erdogan der barê peymana bi Libyayê ra hatiye îmzekirin da got ku bi piştgiriya ku li Libyayê em ê bidin Hikûmeta Trablusê ya meşrû em ê hemû beşên vê peymanê bi cî bînin.

Serok Erdogan ji bona projeya çêkirina 100 hezar avahiyan da diyar kir ku heger ji bona avahiyan daxwaza gelê wan hebe wê her sal çêkirina 100 hezar avahiyan bidomînin.

Erdogan di peyama xwe da der heqê Otomobîla Tirkiyeyê da got ku gelê me xwedî li projeyê derket û ev jî nîşan dide ku proje serkeftî ye.

Serok Erdogan ji bona projeya Qanala Stenbolê got ku em ê projeya xwe ya Qanala Stenbolê gav bi gav bimeşînin û çêkin.

Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir sala 2020an wê bibe saleke wisa ku wê destkeftiyên têkoşîn, ked û fedekariya bi salan bi dest bixin û berhemên wê kom bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE