Ji Serok Erdogan peyama sersalê

"Mezinahiya pakêt û alîkariyên ku me eşkere kirin gihîşt ji sedî 10ê dahata neteweyî"

Ji  Serok Erdogan peyama sersalê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da mezinahiya aboriyê ya pakêt û alîkariyên ku me eşkere kirin gihîşt ji sedî 10ê dahata me ya neteweyî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan bi vîdeoyê peyama sersalê weşand.

Erdogan di peyama xwe da diyar kir sala 2020î li paş dihêlin û got ku em bi hêviyan derbasî 2021ê dibin û sala nû ji bona hemû însanan bibe wesîleya xêrê.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da mezinahiya aboriyê ya pakêt û alîkariyên ku eşkere kirin gihîştiye ji sedî 10ê dahata wan ya neteweyî.

Erdogan di peyama xwe da diyar kir tê fehmkirin ku bandora şewbê wê demekê jî bidome û wiha got: "Me giranî daye ser xebatên peydakirina aşiyê ku welatê xwe ji bona vê pêşeroja nediyar amade bikin."

Serokomar Erdogan balê kişand ser girîngiya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê û got ku heger em 83 milyon bi hev ra li gor rêgezan hereket bikin bawer dikim ku em ê ji vê mûsîbetê xelas bibin.

Erdogan got ku di serî da sersal ez ji her ferdên gelê xwe rica dikim ku li gor rêgezan hereket bikin û destekê bidin têkoşîna têkbirina şewbê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE