Ji Serok Erdogan tekezî li biryardariya ji bo têkoşîna li hember tundiya dijî jinan

Ji Serok Erdogan tekezî li biryardariya ji bo têkoşîna li hember tundiya dijî jinan

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi boneya 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Hember Tundiya Dijî Jinan ji ser hesabê xweyê Twitterê rêze peyamek weşand.

Serok Erdogan derbarê têkoşîna li hember tundiya dijî jinan wiha got, "Pêdivê em jibîr nekin têkoşîna li hember tundiya dijî jinan di heman demê de têkoşîna parastina maf, hiqûq û şerefa ê dayik û keçên me ye."

Erdogan got, "Nemana vê pirsgirêkê encax bi bawerî, hewl û mitabeqeta hemî aliyan mumkun e. Heta îro di hemî cure têkoşînên di warê maf de em piştevanê jinan bûn û ji îro pê de jî emê piştevan bin. Emê înşalla bi hêzdarkirina nirxên xwe yên mirovî û exlaqî tundiya dijî jinan bi temamî ji holê rakin. Em biryardar in."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE