Serokê Meclisê Mustafa Şentop li ser plana qaşo aştiyê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu eşkere kiribû got: "Ez bi cîgirserokên partiyên siyasî yên ku koma wan li meclisê hene ra axivîm. Bi danezaneke hevpar va ew ê li ser navê parlamentoyê jî vê yekê şermezar bikin û li ser xeletiya wê dê daxuyaniyê bidin înşeallah."
Şentop li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand û plana qaşo aştiya Rojhilata Navîn a Trump rexne kir û got: "Diyar e ku ev plan wê berevajî aştiyê li herêmê bibe sedema pevçûnan."
"Navê vê rêbiriya navneteweyî ye"
Serokê Meclisê Şentop bi bîr xist ku di qada navneteweyî da jî hiqûq heye û wiha domand: "Heke hiqûq tunebe emilandina qewetê rêbiriye. Navê vê jî rêbiriya navneteweyî ye. Tu daxwazake Filistînê nehatiye guhdarkirin, nêrînên wan badilhewa hatine hesibandin û ev helwest wisa tê xuyanê ji bo Netanyahu mîna kampanyaya hilbijartinê ye û wisa tê fehmkirin. Min di vê mijarê da duh jî fikra xwe eşkere kiribû."