Ji serokê Meclisê Şentop peyama Roja Dayikan

Ji serokê Meclisê Şentop peyama Roja Dayikan

Serokê TBMMyê Mustafa Şentop ji bo Roja Dayikan peyamek weşand.

Şentop di peyama xwe da got hevokên bi dayikê va dest pê dikin îfadeya hezkirineke bêhempa ne.

Şentop anî ziman hezkirina ewladekî, parastina wî ya bi şewqet û merhemetê, wî ji canê xwe bêtir hezkirin têrê nake ku meriv mezinahiya dilê wan terîf bike.

Şentop got ew spasiyên xwe pêşkeşî hemû dayikên ku bi dildarî li malên hezkirinê da dixebitin, dayikên ku deriyên xwe ji zarokan ra vedikin û emrê xwe ji bo wan feda dikin, dike.

Serokê TBMMyê Şentop wiha dewam kir: "Em destê dayikên me yên şehîdan ên ewladên xwe yên mezin kirine û di bahara emrê wan da emanetê welêt kirine, dayikên me yên Diyarbekirê yên bi hesret û êşê ne tenê ji bo ewladên xwe ji bo hemû ewladan têkoşînê didin radimûsin. Xwedê rehma xwe li dayikên me yên çûne axiretê yên ku xemgînî û hesreta wan qet di dilê me da naqede bike."

Şentop herî dawîn roja hemû dayikan pîroz kir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE