Ji Serokê YOKê daxuyaniya koronavîrusê

Saraç di civîna Komîsyona Spor û Ciwaniyê û Perwerdeya Neteweyî ya Meclisê da der barê nîqaşên li ser vîrusa koronayê da axivî.

Ji Serokê YOKê daxuyaniya koronavîrusê

Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) Prof. Dr. Yekta Saraç: "Li bajarên mezin bi sed hezaran xwendekar dixwînin. Wê hemû herin welatê xwe. Dibe ku ji ber nexweşiyê rîsk hebe. Loma jî di meseleya betlaneyê da em dudil in. Em ê li gor biryara dewletê hereket bikin. Heta ji wir biryar neyê li gor tenduristiyê gavên em biavêjin dibe ku bi rîsk bin."

Saraç di civîna Komîsyona Spor û Ciwaniyê û Perwerdeya Neteweyî ya Meclisê da der barê nîqaşên li ser vîrusa koronayê da axivî.

Yekta Saraç destnîşan kir ji ber vîrusa koronayê duh bi rektorên zanîngehên li Stenbolê û Enqereyê, zanîngehên xwendekarên biyanî lê zêde hene û endamên Lijneya Zanistê ra civiyane.

Serokê YOKê Prof. Dr. Yekta Saraç diyar kir wê li gor biryara dewletê hereket bikin û wiha got: "Li bajarên mezin bi sed hezaran xwendekar dixwînin. Wê hemû herin welatê xwe. Dibe ku ji ber nexweşiyê rîsk hebe. Loma jî di meseleya betlaneyê da em dudil in. Em ê li gor biryara dewletê hereket bikin. Heta ji wir biryar neyê li gor tenduristiyê gavên em biavêjin dibe ku bi rîsk bin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE