Ji Serokê YSKyê Guven daxuyaniya Stenbolê

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven: "Ji niha pê va reqama ku gihîşte min Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650. Rayên Bînalî Beg jî 4 milyon û 131 hezar û 761 di pergalê da xuya dike. Pêvajoya îtirazê dewam dike."

Ji Serokê YSKyê Guven daxuyaniya Stenbolê

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven der barê hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê da got: "Ji niha pê va reqama ku gihîşte min Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650. Rayên Bînalî Beg jî 4 milyon û 131 hezar û 761 di pergalê da xuya dike. Pêvajoya îtirazê dewam dike."

Guven li ber deriyê YSKyê daxuyanî da rojnamevanan û got ji vê saetê şûn da pêvajoya îtirazê dest pê kiriye.

Guven anî ziman heta roja sêşemê saet 15.00an îtiraz wê lijneya hilbijartinê ya navçeyan bên kirin, lijneyên hilbijartinê yên navçeyan jî wê di nav 2 rojan da biryarê bidin.

Ji bo îtirazên lijneyên hilbijartinê yên bajêr Guven got dema îtirazê rojek e.

- "Ajansa Anadoluyê ne muşreriyê min e"

Guven li ser pirsa "di daneyên hilbijartinê da gengeşiyek heye" wiha got: "Ajansa Anadoluyê ne muşreriyê min e. Ji min daneyan nagre. Ji ku digre nizanim. Ajansa Anadoluyê êvarê dema ji sedî 90 nîşan dida, min dane hê nû li pergalê bar dikir. Ji ber vê ez tu agahiyê nadim Ajansa Anadoluyê. Bila li ser navê min polemîkê nekin. Dema agahî tên em agahiyan didin hemû partiyên siyasî. Ji niha pê va me ji sedî 80ê zêdetir zabitnameyên encamên sandiqan, cetwela jimarêyan, zabitnameyên pevgihandinê ya navçeyan bi partiyan ra parve kir. Îro heta nîvroqismeke mezin yên ku îtiraz lê nehatine kirin emê parve bikin. Stenbol jî di nav van da ye."

- "Pêvajoya îtirazê dewam dike"

Guven der barê hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê da jî wiha got: "Ez nizanim zelal bûye, an zelal nebûye. Lewra îtiraz heye. Ji niha pê va ji 31 hezar û 186 sandiqan jê 31 hezar û 102 li pergalê hatin barkirin. 84 sandiq ji ber îtirazê di pergalê da nehatine nîşandan. Barkirina pergalê dewam dike. Ji niha pê va reqama ku gihîşte min Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650. Rayên Bînalî Beg jî 4 milyon û 131 hezar û 761 di pergalê da xuya dike. Pêvajoya îtirazê dewam dike. Îtirazên li navçe û bajaran wê dewam bike."

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE