Ji Serokkomar Erdogan daxuyaniya darvekirinê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê cezaya darvekirinê de got ku "Hemû mijar dema ku hat parlementoyê ji parlementoyê derbas bû ji bo min tiştekî wekî netesdîqkirinê tune, ez ê tesdîq bikim."

Ji Serokkomar Erdogan daxuyaniya darvekirinê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasima cenazeyê ya li Şarkişlaya navçeya Sîvasê ya Nurcan Karakayaya (25) xanima eskerekî û bebekê wan Mustafa Bedîrhan Karakayayê (11) ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di encama teqîna teqemeniya ku terorîstên PKKyî li rê veşartibûn de şehîd ketin axivî.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hûn hesasiyeta min a di mijara darvekirinê de dizanin. Hemû mijar dema ku hat parlementoyê ji parlementoyê derbas bû ji bo min tiştekî wekî netesdîqkirinê tune, ez ê tesdîq bikim. Lewra em dizanin ku pozîsyona kujerên wiha çi ye. Em dizanin ku di bi heman awayî bedêla van qetlîamên ku dikin dê bidin û înşeallah pêngavên ku dê em der barê vê de biavêjin jî nêz in."

Serokomar Erdogan got "Berî her tiştê ji bo xwîşka me Nurcanê û ewladê me Bedîrhan Mustafa yên şehîd, Xwedê rehma xwe li van her du şehîdên me bike. Hewce nake ku em meqamên wan îfade bikin. Meqamên wan diyar e."

Erdogan ayeta "Ji bo kesên ku di rêya Xwedê de dimirin nebêjin mirî, ew zindî ne lê hûn nizanin" xwend û got ku "Cihên wan diyar e û cîranê hezkiriyê hezkiriyan Pêxemberê me ne. Em wan ber bi meqamekî wiha ve dişînin. Tabî vir ew di şexsê we de dixwazim ku rastiyekî ji gelê xwe re ji cîhanê re ragihînim. Ew jî ev e. Em car din va ye wek kujerên zarokan û xanimên xwîşkên me dibînin ku ev rêxistina terorê ya dabeşker çiqas namerd, çiqas bêqîmet e. Em ketin qula van, em dikevinê jî, em ê berdewam bikin."

Erdogan destnîşan kir ku dê dev ji rêxistina terorê bernedin û wiha axivî:

"Bi taybetî di van hefteyên dawîn de, di salên dawîn de hûn dizanin ku ew direvin em didin pey wan. Têkoşîna me ya dijî wan dê heta ku terorîstê dawîn bimîne bidome.Mafê tu kesî tune ku aramiya vê gelê xira bike. Mafê tu kesî tune ku ma parçe bike. Her çiqas hin kes ligel van rêxistinên terorê cî bigire û rê bide van jî hûn fehm dikin ku ka em dixwazin çi bibêjin em ê dev ji van bernedin. Em bi eskerên xwe, polêsên xwe, cendirmeyên xwe li gel van bi gundparêzn xwe vê têkoşînê didomînin. Hûn hesasiyeta min a di mijara darvekirinê de dizanin. Hemû mijar dema ku hat parlementoyê ji parlementoyê derbas bû ji bo min tiştekî wekî netesdîqkirinê tune, ez ê tesdîq bikim. Lewra em dizanin ku pozîsyona kujerên wiha çi ye. Em dizanin ku di bi heman awayî bedêla van qetlîamên ku dikin dê bidin û înşeallah pêngavên ku dê em der barê vê de biavêjin jî nêz in. Ez dixwazim ku hûn vê bizanin. Di vê mijarê de Hans çi dibêje, George çi dibêje em li vê nanêrin. Xwedê çi dibêje em li vê dinêrin."

Serok Erdogan qal kir ku Nurcan Karakaya dema ku hevserê xwe ziyaret kir di rêya vegerê de bi dergûşa xwe re şehîd ket û wiha axivî:

"Ez dizanim ku hûn wir bi vê hevdîtinê dibe ku bi wê banga we bi dengekî din hate we û ew jî di nav wê aramiyê de bû lê em ê ji ber vê yekê qet nerehet nebin ji ber ku ev rêwîtî rêwîtiyeke cuda ye. Ev wesîle bûn û Rebbê min înşeallah bi vê wesîleyê jî bi taybetî bibêjin ku 'Şuheda dê jê bipeke tu axê bikolî şuheda, can û canan heke Xwedê hemû heyînên min ji min bistîne jî bila min tenê ji welatê min neke cuda' û di vê rêwîtiyê de hatine te û em li diyara şehîdan in. Heta ji Çanakkaleyê heta ji Bedîrê heta ji Ûhudê em li pey wan şuhedayan in.Rebbê min wê meqamê nesîbê me jî bike. Û di 15ê temûzê de hûn dizanin ku me dijî FETOya rêxistina terorê jî têkoşînekî da. Em hê jî didin û em ê bidin. Em ê dijî wan jî heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em li benda diayê we ne. Diayên we înşeallah dê vê têkoşîna me hêzdartir bike. Bila tu fikareyên we çênebin. Birayên min, bila di vê mijarê de tu fikarên we çênebin. Me xwe di plana beşer de li ber tu kesî netewand, em natewin. Em tenê di hizûra Rebbê xwe de di rukû û secdeyê de ditewin. Em tenê wir ditewin. Ji ber wê jî înşeallah diayên we hêza me ne. Rebbê min înşeallah qet nekevin nav fikaran dê tecellî bike û ev tecellî dê ji bo me mizginiya serkeftinê be. Ez ji vi car din dibêjim ku Xwedê rehma xwe li birayê min Muhsîn bike. Înşeallah mekanê wî jî bibe bihûşt. Û birayên min ên biqîmet, ez dibêjim ku heqê xwe helal bikin. Hewcehiya şehîdan bi vê tune, mijareke cuda ye lê em dîsa vê helaliyê vê tezkiyeyê bi cî bînin. Ez we car din emanetî Xwedê dikim."AA

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2018, 09:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE