Ji Serokomar Erdogan peyama Cejna Bêhevîr

Ji Serokomar Erdogan peyama Cejna Bêhevîr

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez Cejna Pesahê (Bêhevîr) ya welatiyên me yên cihû pîroz dikim. Welatê me yê ku bi sedan sal e li ser xwe bi hewandina bawerî û çandên ji hev cihê va mînak e, ew ê navendbûna xwe ya aştî û aramiyê bidomîne."

Serokomar Erdogan ji ber Cejna Bêhevîr peyam weşand.

Di peyama ji bo welatiyên cihû weşand da Serokomar bal kişand ser bîr û baweriyên li welêt û got: "Ez Cejna Pesahê (Bêhevîr) ya welatiyên me yên cihû pîroz dikim. Welatê me yê ku bi sedan sale li ser xwe bi hewandina bawerî û çandên ji hev cihê va mînak e, ew ê navendbûna xwe ya aştî û aramiyê bidomîne. Ew yekîtî û bihevratiya ku civaka me heta îro raxistiye holê ji niha pê va jî wê bibe hêza me ya herî girîng. Bi wesîleya Cejna Bêhevîr ez kêfxweşiya welatiyên me yên Mûsewî parve dikim û ji wan û hemû Mûsewiyan ra saxiyê dixwazim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE