Ji sînorê Ukrayna-Polonyayê 10 tirk bi rêbejayê ra hatin texliyekirin

"Em bêyî rawestan 13-14 saet rê meşiyan. Bûyerên xirab rezalet hatin serê me. Em 40 kîlometre rê meşiyan. Şikir em niha li vir in. Hêvîdar im em ê di demeke kurt da vegerin welatê xwe."

Ji sînorê Ukrayna-Polonyayê 10 tirk bi rêbejayê ra hatin texliyekirin

10 welatiyên Tirk ên li Ukraynayê bi xebata Balyozxaneya Tirkiyeyê li Varşovayê ji ser deriyê sînor Medyka-Shegyni yê li ser sînorê Ukrayna-Polonyayê bi rêya bejayê hatin texliyekirin.

Diyar Yildirim ê ji texliyekiriyan ê ku li bajarê Lviv ê Ukraynayê dixebite, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku sê roj e ranezaye û pir betiliye.

Yildirim wiha got, "Xwedê kesî bêwelat nehêle. Min ev dît, li wir tiştên pir wehîm diqewimîn. Dewleta me ya Tirk pir alîkariya me kir. Serokomarê me di serî da ez spasiya hemû rayedarên dewletê dikim."

Yildirim bal kişand ku ew pir bi zehmetî 40 kîlometre rê hatin û wiha dewam kir, "Em bêyî rawestan 13-14 saet rê meşiyan. Bûyerên xirab rezalet hatin serê me. Em 40 kîlometre rê meşiyan. Şikir em niha li vir in. Hêvîdar im em ê di demeke kurt da vegerin welatê xwe."

Sedat Agirbaş jî wiha got, "Em wekî tedbîr hatin texliyekirin. Mezinên dewleta me, Wezîrê me yê Karên Derva û Balyozê me pir alîkariya me kirin. Lê em 7 kes in, 70 kesên ku em bi hev ra bûn, niha li hêla Ukraynayê ne. Dikarin wan jî bilez bînin vî aliyî. Heger ev pirsgirêk çareser bibe, em ê tev kêfxweş bin."

Agirbaş wiha dewam kir:

"Rayedarên Ukraynayê tam organîze nebûbûn û nizanibûn ku çawa tevbigerin û çi bikin. Li wê derê îzdihameke pir zêde heye. Ji gelek miletî meriv hene. Ji ber ku tam organîze nebûn, nizanin bê ka wê kê bihêlin an jî rêyeke çawa bişopînin. Her kesî li paş dihêlin û dixwazin pêşiyê welatiyên Ukraynayê hildin vî alî. Pêşiyê jin û zarokan derbas dikin. Ji ber şer naxwazin ku mêrên Ukraynayî derbasî vî alî bikin."

Ji kesên hatin texliyekirin Sezîn Îvediyê jî daxuyand, gelek kes li ber sînor e ku derbas bibin û dora wesayîtan dûr û dirêj bûye û wiha qala serboriya xwe ya texliyekirinê kir:

"Ji ber qerebalixiya wesayîtan em 9 saetan bi wesayîtê hatin, paşê 10-12 saetan li ser piya man. Taliyê jî em 4 kîlomêtre meşiyan û me paşê nêzî sînor bûn. Piştra hat gotin ku deriyên sînor hatin girtin. Bi saya konsolxaneyê em vê gavê li vê derê ne. Ji bilî vê dewlet li wê derê bi pêdiviyên daşirê, xwarin û vexwarina we ra qet eleqedar nabe. Dibêjin ku ev der otel nîne û dixwazin ku hûn dewam bikin. Wexta ku ez li Lvivê dimam, tu tengasî tunebû. Jixwe sedema sereke ya texliyekirina me tevdîr bû. Rayedarên şirketa me bi tevdîr bûn, lê paşê em jî ditirsiyan. Em ê vê gavê vegerin welatê xwe, ji bo vê jî em kêfxweş in."

Papatya Gurkana ku hat texliyekirin jî wiha got, "3 roj in em bê xew in, em qet ranezan. Em bi saetan tî û birçî bûn û rûneniştin. Dema ku em ji Ukraynayê derketin, eskeran ser me da kir qêrîn û me got qeyê wê çekê jî nîşanî me bidin. Ez kêfxweş im ku niha li vê derê me. Ez ê vegerim Tirkiyeyê cem malbata xwe. 70 kesên din li wir man. Em dixwazin ku ev 70 kes jî werin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE