''Ji tenduristiyê heta piştgiriya civakî di her mijarê da gavên ku kêrî gelê me tên me avêtin''

''Ji tenduristiyê heta piştgiriya civakî di her mijarê da gavên ku kêrî gelê me tên me avêtin''

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji tenduristiyê heta piştgiriya civakî di her mijarê da gavên ku kêrî gelê me tên me avêtin. Em ê di vê têkoşînê da ligel esnaf, zinaetkar û hilberînerên xwe bin."

Serokomar Erdogan li ser medyaya civakî grafîkek parve kir û li ser piştgiriya ku di heyama şewbê da dan, sekinî.

Erdogan di parvekirina xwe da got, "Ji tenduristiyê heta piştgiriya civakî di her mijarê da gavên ku kêrî gelê me tên me avêtin. Em ê di vê têkoşînê da ligel esnaf, zinaetkar û hilberînerên xwe bin." û cih da grafîka ku sernava wê "Me li dijî şewbê hemû bi hev ra seferberî meşand." jî parve kir.

Li gor grafîkê di pêvajoya şewbê da alîkariya neqdî li hemû malbatên ku dikevin çarçoveya piştgiriya civakî hat belakirin, çarçovey pereyê xebata demkurt hat berfirehkirin, ji bo kesên ku derxistine destûra bêmiaş, piştgiriya ucreta neqdî seba wan hat dayîn, digel şert û mercên şewbê jimara turîstên ku hatin welêt derket 16 milyonî, ji bo hin sektoran bac û perê prîma SGKyê 6 meh hat taloqkirin.

Di çarçoveya piştgirî û alîkariya kirê ya ji bo esnafan da ji 5 milyarî zêdetir piştgiriya neqdî, di çarçoveya mertalê parastina civakî da ji girseyên cuda cuda ra 49 milyar lire hat hîbekirin, seba îxracatkaran jî 2,4 milyar lire piştgirî hat dayîn.

Di grafîkê da her wiha rêjeya KDVyê ji bo hin sektoran hat daxistin û bû ji sedî 1, ji bo hin sektoran hat daxistin û bû ji sedî 8an, deynê bacan hat teqsîdkirin, kargehên ku di 2020î da zirara wan ji sedî 50 zêdetir e, qasî ji sedî 3 zirara wan hîbe ji wan ra hat dayîn, mehaniya nêzî 650 hezar malnişînan heta 1500 lireyî hat zêdekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE